Li Xezayê sê zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan 2025-12-19 19:01:43   NAVENDA NÛÇEYAN - NY’ê da zanîn ku ji ber şertên giran yên zivistanê zarok bi bandor dibin û hat diyarkirin ku meha Kanûnê de 3 zarok ji ber hîpotermîdem jiyana xwe ji dest dane.   Ewlehiya Xurekê ya Entegreyê (IPC) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî, da zanîn ku piştî 10’ê cotmeha 2025’an de bi agirbestê re di alî xwegîhandina xurekan de başbûnek çêbûye lê hîna rewş krtîtîke. Li gorî analîzê  wê hîna bêewlebûna xurekê heta nîsana 2026’an bidome.   Her wiha hat diyarkirin ku erdên çandiniyê zirek mezin dîtine, sewalkarî hatiye asta tunebûnê. Li gorî daxuyaniyê rîska av, hîjyen û starbûnê nexweşî jî zêde kirine.   Hat destnîşankirin ku ji ber şertên giran yên zivistanê zarok bi bandor dibin û hat diyarkirin ku meha Kanûnê de 3 zarok ji ber hîpotermîdem jiyana xwe ji dest dane.   Berdevkê UNICEF’ê Rîcardo Pîres da zanîn ku bebeka 29 mehî ji ber sermayê, kêmbûna dermanan, encama hîportermî jiyana xwe ji dest daye.