Ji girtiyan peyama 'Cejna avakirina sosyalîst pîroz be' 2025-11-27 12:49:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên Apoyî yên li girtîgehên dewleta Tirk têne ragirtin, diyar kirin ku ew salvegera 47'emîn a 27'ê Mijdarê weke "Cejna avakirina sosyalîst demokratîk bi kelecaneke mezin" pêşwazî dikin.   Bi navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî da û 27'ê Mijdarê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir.   Di nameyê de hate gotin, "Em weke Apoyiyên sosyalîst komunîst ku li ber ronahiya sê derbikên niftikê yên Mazlûm Dogan meşiyan, weke şopdarên Kemal Pîr ê ku digot, 'Naskirina cîhanê têrê nake, divê ew bê guhertin...' li ber xwe didin, 27'ê Mijdarê cejna avakirina sosyalîst demokratîk bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Em vê roja ku bi îradeya veguherînê ya Rêberê me re gihîşt hev, bêguman deyndarê berxwedana destanî, hevrêtiya komunal û sekna jiyanê ya bêmînak a şehîdên xwe ne. 27'ê Mijdara 1978'an cejneke ku tovên jiyana nû li Rojhilata Navîn û cîhanê hatin reşandin. Bi ê pêngavê re gelê Kurd bi çanda serhildanê, berxwedana li zindanê û sekna li çiyê romaneke bêdawî afirand. Ev roman her roj rûpeleke nû vedike, bi pêşengiya jinan bi ruhê komunalîst her roj meşa xwe dewam dike.   Bi Egîdan, Zîlanan, Sema û Fîkrî Baygeldiyan baweriya bi vî çemî li zindanan mezin kir û ev ruh di şexsê hevrê Zulkuf û Ayten de hîn bêhtir belav bû. Bawerî, moral û biryardariya bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ruhê milîtaniya Apoyî xurt kir û bi pêşengiya jinê rêya ronî ya jiyana nû ji gelên cîhanê re nîşan da. Em bi xwedîderketina li vê dema nû ya Rêber Apo 27'ê Mijdarê pêşwazî dikin û sozê didin gelê xwe û şehîdan ku di vê romana bê dawî de bimeşin. Cejna me ya Vejînê ya Neteweyî li Rêber Apo, gelê me û berxwedêrên li zindanan pîroz be."