Li Dîlokê atolyeya 25'ê Mijdarê 2025-11-19 16:31:15   DÎLOK - TJA, li navçeya Şahînbey a Dîlokê atolye li dar xist û bal kişand ser avakirina "Aştî û civaka demokratîk".   Tevgera  Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" çalakiyên xwe didomînin.    Li navçeya taxa Vatanê ya Şahînbey a Dîlokê bi pêşengiya TJA'yê atolye hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî atolyeyê bûn. Jinan di atolyeyê bal kişandin ser rêbazên tundiyê û rêbazên çareseriyê. Her wiha di atolyeyê de jinan li ser avakirina "Aştî û civaka demokratîk" jî rawestiyan û nêrînên xwe anîn ziman.