DEM Partiyê li Îzmîrê starta 25’ê Mijdarê da 2025-11-14 22:16:46   ÎZMÎR- Meclîsa Jinan a DEM Partiyên li Îzmîrê starta 25’ê mijdarê bi meşekê ku ji Gara Aslancak heta Navenda Turkan Saylan berdewam kir da. Jinan li dijî tundî, polîtîka bêcezahiştinê û binpêkirina kedê dengê xwe bilind kirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê bi tevlibûna parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burgcugul Çubuk û berdevka meclîsa jinan Halîde Turkoglu  ji Gara Alsancakê heta Navenda Çanda Turkan Saylan meşek pêk anîn. Halîde Turkoglu daxuyanî xwend.   Halîde Turkoglu da zanîn ku di 9 mehan de 242 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane û got dema ku civak dest ji zayendperestiyê dest berde wê jiyanek azad û wekhev bê avakirin. Halîde Turkoglu daxuyakirin ku di bin sala malbatê de jin hepsê malê tên kirin û tundiyê dibînin. Halîde Turkoglu wiha got: “Israra me ya di têkoşînê de desthilatdariyê ditirsîne. Têkoşîna jinan wê azadiyê ava bike.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.