Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn 2025-10-15 16:58:26     KONYA - Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji bo kampanyaya “Ez aştiyê dixwazim ji ber ku" ya ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû destpêkirin, stand hat danîn û îmze hatin komkirin.   Kampanyaya “Ez aştiyê dixwazim ji ber ku" ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hatibû destpêkirin, didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Cîhanbeylî ya Konyayê, ji bo kampanyayê stand danî. Li ser standê ji welatiyan re girîngiya îmzeyê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de hate ravekirin û ji bo aştiyê îmze hatin komkirin.