Li girtîgeha Qezal Hîsarê li dijî darvekirinê grev 2025-10-15 12:58:40     NAVENDA NÛÇEYAN -Li Girtîgeha Qezel Hîsar a li bajarê Kerecê, komek girtî ji bo hevalên wan ên ku ji bo darvekirinê birin hucreyên yek kesî ketin greva birçîbûnê.   Îran li cîhanê yek ji welatên ku cezayê darvekirinê herî zêde lê tê bicihanîn e. Li welat ji dozên siyasî, ewlehî û yên din cezayê darvekirinê tê bicihanîn. Du roj in di beşên yekem û duyem de bi sedan girtî ji ber ku 16 hevalên wan ên girtî ji bo darvekirinê birine hucreyên yek kesî li koxuşan çalakiya rûniştinê li dar xistin û ketin greva birçîbûnê. Girtiyan balê kişandin ser zêdebûna bûyerên darvekirinê.   Malbatan li pêşiya girtîgehê çalakî li dar xistin   Roja 14’ê Cotmehê malbat û xizmên kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn li pêşiya girtîgeh çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Xwepêşanderan wêneyên zarok û xizmên xwe hilgirtin û dirûşmên “Ji darvekirinê re na” “Bila tavilê cezayê darvekirinê were rakirin” qîriyan.   Ji dîmenên  ku ji girtîgehê hatine, diyar dibe ku hinek girtî ji ber greva birçîbûnê nexweş ketine. Hat diyarkirin ku mudurê girtîgehê ji bo belavkirina xwarinê duh çûye koxûşan lê girtiyan xwarinê red kirine û diyar kirine ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.   Girtî dest ji çalakiyê bernadin     Tevî ku rayedaran soz dane û gotine ku dê wan bi darve nekin û wan paşve bînin koxûşan jî heta niha rewş heman e û li derdora girtîgehê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin, kûleya çavdêrîkirina girtîgehê hat girtin. Hat ragihandin ku Serdozgerê Kerecê Ruhullah Huseyînzade jî di nav de gelek rayedarên darazê li girtîgehê ne, hewl didin girtiyan îqna bikin ku dest ji grevê berdin.   Li gorî rapora ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye weşandin; di navbera 10’ê Cotmeha 2024’an û 8’ê Cotmeha 2025’an de li welat hezar û 537 kes hatine bidarvekirin. Li gorî daneyan, cihê ku herî zêde mirov hatin bidarvekirin, Girtîgeha Qezel Hîsar a li Kerecê bû.   Rêjeya kesên hatin darvekirin di salek de wisa zêde bû ku tu mînaka wê tune ye   Di raporê de her wiha li Îranê cezayên darvekirinê di nava 12 salên dawî de hatin muqayesekirin. Li roî daneyan, di 12 salên dawî de bi giştî 6 hezar û 399 mirov hatine bidarvekirin. Di salên 2024-2025’an de jî hejmara wisa zêde bûye ku heta niha tu mînaka wê tune ye.   Di raporê de hat diyarkirin ku tenê di vê pêvajoyê de hezar û 537 bûyerên darvekirinê yên hatine qeydkirin nîşan didin ku li gorî sala borî ji sedî 86 zêde bûye. Vê rêjeyê nîşan dide ku di deh salên dawî de hejmara herî zêde ye û bal tê kişandin ku bicihanîna cezayê darvekirinê li Îranê gihîştiye asteke bi xeter.