‘Divê aştî mafê hemû gelan bihewîne’ 2025-10-13 09:03:31   ENQERE - Sena Yilmaz da zanîn ku li gelek welatên cîhanê modela pirzimanî tê pêkanîn û got ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkhatina aştiyê divê maf bikevin bin ewlehiya qanûnî. Sena Yilmaz wiha got: “Ger gelek nikaribe bi zimanê xwe biaxive, xizmetê bigire, ev newekheviyek mezin e. Divê aştî mafê hemû gelan bihewîne.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û bi vê re pêvajoya muzakereyê hat destpêkirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tê xwestin di mijara mafên gelan de gav bên avêtin. Ji bo komara demokratîk di zemînek mayînde de bê rûniştandin girîngiya ku gel bi zimanê xwe xizmetê bigirin dertê pêş.   Emîne Oguz a di Komeleya Ziman Çand Hunerê ya Anka (ANKA-DER) de mamostetiyê dike der barê perwerdehiya bi zimanê dayikê û xizmeta bi zimanê dayikê ya di qadên cemawerî de ku çawa bandor li aştiyê dikin, nirxandin kir.    ‘Ziman hebûna nasnameyê ye’   Emîne Oguz da zanîn ku piştî banga 27’ê Sibatê ya ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan kiriye, li Tirkiyeyê pêvajoyek nû dest pê kiriye û got: “Ev bang ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e. Ji wê rojê heta niha gelek nîqaş hatin meşandin. Ji bo mafê Kurdan gelek tişt hatin gotin. Sedema pirsgirêkan, xespkirina mafên Kurdan e. Yek ji van zimanê Kurdî ye. Ziman hebûna gel e, hebûna nasnameyê ye. Ji ber vê divê em bi israr li ser vê bisekinin û têkoşîna me di vê mijarê de ye.”   ‘Divê ziman û çanda Kurd bikeve bin ewlehiya qanûnî’   Emîne Oguz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên asîmîlasyonê îro jî didomin. Ji ber vê em nikarin behsa demokratîkbûnê bikin. Ev mijar ne tenê gelê Kurd hemû ziman û gelên din ên hatine înkarkirin jî eleqeder dike. Mixabin hîna Kurdî wek zimanê fermî nayê qebûlkirin. 10 sal berê hebûna Kurdan jî dihat înkarkirin. Me ew xetere li pey xwe hişt. Êdî hebûna Kurdan, çanda Kurdan tê qebûlkirin. Divê ziman, çand û nasnameya Kurd bikeve bin ewlehiya qanûnî.”   ‘Gelek welatên modela pirzimaniyê pêk tînin hene’   Emîne Oguz balkişand ser welatên ku modela pirzimaniyê bikar tînin û ev nirxandin kir: “Li hinek welatan ne tenê du ziman, nêzî 20 zimanên fermî hene. Ji ber vê em tiştekî nû naxwazin. Em mafekî mirovahî dixwazin. Mafê mirovan nikare bê qedexekirin. Kurd mafên xwe dixwazin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê di mufredata heyî de tenê ji dayîna dersên Kurdî pêkan nîne. Perwerdehiya bi Kurdî divê li gorî çand, dîrok û ziman bê sererastkirin. Divê zarokên Kurd bi mufredatek li gorî çanda wan bê perwerdekirin. Divê li zanîngeh, li dibistanan perwerdehiya Kurdî bê zêdekirin.”   ‘Aştiyek mayînde divê mafê hemû gelan bihewîne’   Emîne Oguz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di civakek demokratîk de divê tu gel di bin zextan de nejîn û wiha dawî lê anî: “Mijara ziman ji bo Kurdan gelek girîng e. Ji ber ku em di vir de behsa çend kesan nakin, em behsa mîlyonan kesî dikin. Ger ku gelek bi zimanê xwe perwerdehiyê nebîne, xizmetê nebîne ev newekheviyek mezin e. Ger ku em behsa aştiyeke mayînde bikin divê ev aştî mafê hemû gelan bihewîne. Dema ku her alî bigihêjin mafên xwe wê baweriya bi aştiyê jî xurt bibe.”