Jin: Heta aştî pêk bê em ê têbikoşin 2025-10-09 09:02:28   Buşra Turan   WAN - Piştî vebûna meclîsê, jin  der barê aştiyê de axivîn û gotin: “Heta ku li ser axa Tirkiyeyê aştî pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi pêşketinên girîng didome. Ji bo pêvajo bi ser keve û aştî pêk bê, civak di bendewariyan de ne û daxwazên wan zêde dibin. Jinên ku herî zêde ji şer bandor dibin, ji bo aştiyê têkoşîna xwe didomînin. Jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo aştiyeke mayînde û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê di 1’ê cotmehê de ji meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve dan destpêkirin. Di meşa 7 rojan berdewam kir de, jinan aştî û azadî qêriyan.   1’ê cotmehê de meclîs vebû û jinan der barê daxwaza aştiyê de nirxandin kirin.   ‘Watedare ku aştî ji nû ve bê axaftin’   Aktîvîsta TJA’yê Yildiz Çetîn diyar kir ku li meclîsê bi salane serdestiya mêr heye û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pergala hevserokatiyê yekene partiya ku nûneriya jinê herî xurt pêk aniye ye. Yildiz Çetîn wiha anî ziman: “Meşa ku TJA’yê di 1’ê cotmehê de da destpêkirin di 7’ê cotmehê de li Enqereyê bi dawî bû. Meş der barê aştiyê de bangeke xurt bû. Hemû hevalên jin yên tevlibûn û ked dan pîroz dikim. Îsal vekirina meclîsê cuda bû. Aştî hat axaftin.Me jinan bedelên mezin dane. Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên me yek bi yek çûn. Îro ji nû ve axaftina aştiyê watedar û bi nirx e.”   ‘Banga Abdullah Ocalan girîng e’   Yildiz Çetîn destnîşan kir ku banga ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye di rojeva Tirkiye û Rojhilata Navîn de cihekî girîng girtiye û ev tişt anî ziman: “Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re wê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Ev bang ji bo me watedare. Em jin deng didin bangê û ji bo encamên şênber têdikoşin. Yekane rojeva me eve ku ev pêvajo neyê sabotekirin û encam bibe. Hevalên me yên di komîsyonan de yekser pêvajoyê dişopînin û têkoşînek mezin didin. Rola jinan a di aştiyê de girînge. Bila dayik êdî li vî welatî negirîn. Bila aştî pêk bê û em rondikannaxwazin.”   ‘Divê em li her qadê aştiyê vebêjin’    Hevşaredara Westanê Kubra Akti jî  bi lêv kir ku her sal meclîs bi pevçûnan vedibû û îsal vebûna meclîsê di alî jinan de bi hêvî bû. Kubra Akti wiha anî ziman: “Em jin aştî û şer baş dizanin. Ji ber vê divê ji bo aştiyê em çalak bin. Divê em li qadan, şaredarî, meclîs, mal û kolanan girîngiya aştiyê vebêjin. Roj hat me laçikên xwe avêtin erdê, me du mehan şer rawestandin, roj hat me meş ji Amarayê heta Enqereyê pêk anîn. Em jin girîngiya aştiyê baş dizanin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.Em dizanin aştî çiye, şer çiye. Divê em li her derê girîngiya aştiyê vebêjin.”   ‘Li Tirkiyeyê jinan bedelên mezin dan’   Hevşaredara Qelqeliyê Sakîne Kutpinar jî destnîşan kir ku di 1’ê cotmehê de bi sekna jinê vebûna meclîsê ew kêfxweş kirine û wiha anî ziman: “Em jin ji vê rewşê pir kêfxweşin. Meşa ku TJA’yê daye detspêkirin em silav dikin. Li Tirkiyeyê heman jinan bedelên giran dan. Êdî bila aştî bê Tirkiyeyê. Jinb i hev re têkoşînê dimeşînin. Ji bo aştî li ser vê axê pêk bê em ê heta dawî têbikoşin.”