Malên Jinan li Hesekê banga azadiya Abullah Ocalan kir 2025-10-08 14:49:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Malên jinan li bajarê Hesekê bi daxuyeniyeke hevbeş daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û Komploya Navneteweyî şermezar kirin.   Malên Jin ên kantona Hesekê Komploya navneteweyî ya 9’Cotmeha 1998 an şermezar kirin û der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek li çerxeriya Şehîd Avêsta ya li Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Malên Jin, Kongra Star û komîteyên wê beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê koordînatora Malên Jin a bajarê Hesekê Lemya Muhemed ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtin û teslîmkirina dewleta Tirk bi dawî bû. Rêber Abdullah Ocalan, ji wê demê ve heta niha di bin pergala tecrîda fîzîkî de ye.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîda giran a ku 27 salan li ser Rêber Abdulla Ocalan hatiye ferzkirin, hewldanên berdewam ên rejîmên destilatdar ji bo tepeserkirina ramanên wî nîşan dide. Ew ramanên ku îlham daye bi mîlyonan jinan ku ji bo azadî û wekheviyê têbikoşin.   Daxuyaniyê wia dewam kir "Rêber Abdullah Ocalan çirayek e ku rêya jinan ronî kir da ku ramanên xwe derbibirin û rola xwe di avakirina civakek azad û demokratîk de pêk bînin. "   Di dawiya daxuyaniyê de, jinan bang li rêxistinên navneteweyî û jinan kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.   Çalakî bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.