'Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan' 2025-10-08 12:20:11     STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê, di meha Îlonê de herî kêm 206 karkeran û di 9 mehên ewil ên sala 2025’an de jî herî kêm hezar û 566 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya meha Îlonê aşkera kir. ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha Îlonê de herî kêm 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyan re, hejmara karkerên di 9 mehên ewil ên sala 2025’an de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 566’an. Li gorî mehan; di Çileyê de herî kêm 180 kakeran, di Sibatê de herî kêm 124 karkeran, di Adarê de herî kêm 159 karkeran, di Nîsanê de herî kêm 156 karkeran, di Gulanê de herî kêm 178 karkeran, di Hezîranê de herî kêm 164 karkeran, di Tîrmehê de herî kêm 207 karkeran, di Tebaxê de herî kêm 192 karkeran û di Îlonê de jî herî kêm 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    Hat destnîşankirin ku di meha Îlonê de 9 zarokên karker, 9 karkerên penaber, 14 karkerên jin û 192 karkerên mêr jiyana xwe ji dest dane. Cînayetên kar ên meha Îlonê herî zêde li Stenbolê çêbûne. Li Antalyayê 10, li Amedê jî 9 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ji karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane 49 jê karkerên çandinî/daristanan, 43 jê karkerên înşaet/rê, 34 jê yên veguhestinê, 18 jê yên bazirganî/perwerdeyê û 12 jî karkerên şaredarî/karên giştî ne.