Komiteya Koçberên Serêkanî: Dest danîn ser 6 hezar û 300 malan 2025-10-07 14:38:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Komîteya Koçberên Serêkaniyê, dewleta Tirk û çete li Serêkaniyê 65 gund ji niştecihên wê vala kirine, li 5 gundan heşîş çandine, 15 êrişên zayendî, hezar û 275 sûcên girtin, îşkencekirin û înfazkirinê kirine û 72 kes jî winda ne.   Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi boneya salvegera 6’emîn a dagirkirina Serêkaniyê daxuyaniyek li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê da. Daxuyanî bi amadebûna koçberên kampê ji aliyê endama komîteyê Meysa El Elî ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de banga derxistina dewleta Tirk û çeteyan ji Serêkaniyê, vegera ewle û birûmet a koçberan bo malên xwe bi garantiyên rastîn hat kirin. Daxwaz hat kirin ku hesab ji berpirsyarên sûcên şer û binpêkirinên li dijî sivîlan kirine, were pirsîn.   Di dewama daxuyaniyê de banga vegerandina mal û milkan li xwediyên wan, rawestandina guhertina demografîk hat kirin. Bang hat kirin ku zext li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê were kirin da ku bendên peymana 10’ê Adarê bi cih bîne.   Komîteyê rapora sûcan ên li Serêkaniyê jî aşkera kir. Endama komîteyê Fatim Meskenî rapor xwend.   Li gorî raporê; li Serêkaniyê mal, erdên çandiniyê yên şêniyan hatine desteserkirin û milkên giştî û taybetî hatin talankirin. Revandin û windankirina bi darê zorê têne kirin û îşkence tê kirin. Di çarçoveya guhertina demgorafîk de jî malbatên çeteyan û koçberên ji deverên din ên Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê li herêmê hatine bicihkirin.   Di dewama raporê de hate aşkerakirin ku di demên dawîn de rêbazên nû yên desteserkirina milkên koçberan têne meşandin û îşaret bi van xalan hatiye kirin:   * Hewl didin bi rêya teşwîqkirina bi miqdarên mezin ên pereyan, koçber erdên xwe bifiroşin.   * Civîn di navbera komên çekdar û meclisên xwecih ên nerewa û rûspiyên herêmê de li dar xistin da ku koçberan bidin îqnakirin ku milkên xwe bifiroşin.   Di raporê de hate destnîşankirin ku sûc, binpêkirinên aborî û civakî li bajar û gundewarên Serêkaniyê didomin û wiha hat rêzkirin: “Diziya çavkaniyên çandinî û avê, talankirina milkên giştî û taybetî, gund û baxçeyên şêniyan kirine baregehên leşkerî û navendên perwerdeyê yên çeteyan.”   Di raporê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî mafên mirovan binpê dike û sûcên şer û sûcên dermirovî dike.   Komîteyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî niştecihên resen pêk bînin, zextê bikin ku binpêkirinên domdar ên li dijî sivîlan werin rawestandin û koçber li gorî qanûnên navneteweyî bi ewle û bi rûmet vegerin warê xwe.   Di raporê de hate destnîşankirin ku li Girê Spî û Serêkaniyê rêjeya niştecihên resen ên hatine koçberkirin ji sedî 87 e û hejmara Kurdên lê mane jî tenê 44 e. Her wiha hate diyarkirin ku li Serêkaniyê 3 hezar û 200 malbat hatine bicihkirin û 75 malbat ên çeteyên DAIŞ’ê û yên çeteyên dewleta Tirk in.   Di dewama raporê de hate gotin: "Çeteyan li Serêkaniyê dest danîne ser 6 hezar û 300 malan û hezar û 900 dikanan. Ji sedî 98 erdên çandiniyê yên Kurdan desteser kirine. 5 gund bi awayekî qismî hatine kolandin. Gundê Eyn Hîsan jî bi temamî hatiye kolandin û bûye baregeha leşkerî ya çeteyan. 65 gund ji niştecihên wê yên resen hatine valakirin û li 5 gundan heşîşa hişbir hatiye çandin. Li bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê 15 êrişên zayendî hatine kirin. Hezar û 275 rewşên girtin, windakirin, înfazên meydanî û îşkencekirin çêbûne. Hejmara sivîlên winda jî 72 kes e. Di navbera çeteyan de 130 caran şer rû daye. 20 bûyerên qetilkirinê li ser sînor çêbûne û 75 teqînan li bajar rû daye.”