Jinên ji Enqereyê bang kirin: Ji bo Abdullah Ocalan azadî 2025-10-07 11:13:56   ENQERE - Jinên ku bi şîara "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqerê ve beşdarî meşê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.   Di meşa ku di 1'ê Cotmehê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" dest pê kir û îro li Enqerê bi dawî bû, jin li her bajarê ku serdana wan kirin, ji aliyê gel ve, bi taybetî jî ji aliyê jinan ve bi coş hatin pêşwazîkirin.   Di meşê de, gelek caran daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, bidawîanîna tecrîdê û pêkanîna "mafê hêviyê" hat kirin. Jinan her wiha daxwaza bidawîanîna polîtîkayên qeyûmê kirin.   Piştî daxuyaniya li Guvenparka Enqerê, jin dê beşdarî civîna Koma Jinan a DEM Partiyê ya li meclisê bibin. Piştre, ew ê bi partiyên siyasî yên bi komên parlamentoyê re bicivin û dosyaya xwe ya amadekirî pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bikin.   Jinan ji JINNEWS'ê re li ser armanca meşê û gavên pêşerojê axivîn.