Encamnameya Komxebata Manîfestoyê hat aşkerakirin 2025-10-04 14:36:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TCM-TJCM) di bin dirûşmeya "Dîrok ne şerê çîna, şerê dewlet û komînan e" de komxebatek têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lidarxistin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TCM-TJCM) di bin dirûşmeya "Dîrok ne şerê çîna, şerê dewlet û komînan e" de komxebatek têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lidarxistin.   Komxebat li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê Pinar Bayar axaftina vekirinê kir.   Pinar Bayar di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser mijara komîn û dewletê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokrastîk de qala wê dike û wiha got: “Têgeha herî zêde Rêbertî qala wê dike têgeha komîn û dewletê ye. Bi gotina Rêbertî ya dibêje; ‘Dîrok ne şerê çîna, şerê dewlet û komînane’ gelek tiştan vedibêje. Di vê çarçoveyê de me wek saziya ciwanan xwest em komxebatekê ji bo ciwanan lidarbixin.”   Di dewama komxebatê de perspektîfên Abdullah Ocalan ên têkildarî komîn û dewletê hatin xwendin û nirxandinên têkildarî mijaran hatin kirin. Piştî şiroveyên çêkerê ya li ser xwe rêxistinkirin di aliyê komînan de sînevîzyonek hat temaşe kirin.   Herî dawî encamnameya komxebatê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê Axîn Gokalp ve hate xwendin.   Encamname wiha bû;   “Pêvajoya dîrokî ya di pêşengtiya Rêber Apo de hatî destpê kirin, em wek ciwan xwedî lê derdikevin. Li ser vê yekê wek ciwan di çarçoveya em çawa dikarin pêşengtî ji pêvajoyê re bikin di bin dirûşmeya ‘Dîrok Ne Şerê Çîna, Şerê Dewlet û Komînane’ me komxebatek lidarxist.   Li ser vê mijarê nêrîn û nirxandin hatin kirin. Naveroka komxebatê li ser komîn û dewletê bû. Nirxandinên giranbiha kirin. Di van kêliyan de dewlet xwe di hemû aliyan de bi rêxistin dike.   Bi taybetî rol û mîsyona ciwanan ya di avakirina pergala civaka demokratîk de bi ruhê kom û komînan xebat wê bê meşandin. Bê guman rastiya dîroka xwe zanîn şêwaz dayîna tarzê jiyana me ye. Dîroka gelê Kurd bi zelal diyar dike ku xwe bi komînan rêxistin kirine. Ev xwe rêxistinkirina gelê Kurd ji gelek êrişan parastiye.   Li ser vê esasê di ava kirina jiyana komînal de erk û berpirsyartiyên destpêkê yên jinên ciwan û ciwanane. Wek Rêber Apo jî got; ‘Yê ku komîna nebe ne rêhevalê mine’. Divê were bingeh girtin û di asta taxan de komîn werin xwe rêxistin kirin. Di heman demê de wê fîzîkî azad kirina Rêber Apo bigehê hemû xebatên me be.”   Komxebat bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.