Dayikên Şemiyê li dijî bêcezatiya sûcdaran nerazîbûn nîşan dan 2025-10-04 13:09:14   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, li aqûbeta Turgut Yenîsoy ku di binçavan hat windakirin pirsîn û gotin, "Tevî guhertinan ên  31 salan, eqûbeta Turgut Yenîsoy hîn jî ne diyare û sûcdar ji ber ku daraz erka xwe pêk nayne nayên darizandin."   Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê civiyan da ku li eqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û hatine kuştin bipirsin û sûcdar bên darizandin. Dayikan vê hefteyê çalakiya xwe ya 1701'emîn li dar xistin û  ji bo Turgut Yenisoy ku 31 sal berê ji mala xwe hate binçavkirin û careke din  agahî jê nehat giritn daxwaza edaletê kirin.   Parêzer Ummuhan Kaya ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku Turgut Yenîsoy li navçeya Bismil a Amedê dikandar bû û ji aliyê JITEM'ê ve rastî zext û şîdeta dijwar hatiye. UmmUhan Kaya, diyar kir ku di wê demê de, dikana Turgut Yenîsoy hatiye şewitandin û ew bi zorê gelek caran hatiye binçavkirin û anî ziman ku ew gelek caran rastî îşkence û gefên kuştinê hatiye.'   Ummuhan Kaya wiha got"Di 4'ê Cotmeha 1994an de, li derdora saet 22:30' an, serheng Ahmet, Recep û Suleyman ji Alaya Komando ya Bismilê avêtin ser mala malbata Yenisoy. Wan hewl da ku Turgut bibin bêyî ku bihêlin ew cil û pêlavên xwe li xwe bike. Nezrife Yenisoy, dayika ku hewl da kurê xwe biparêze, wê demê rastî lêdanekê hat. Jê re hat gotin ku Turgut dê li qereqola polîsan were lêpirsînkirin û bi otomobîlek Toros a spî ji malê hat dûrxistin."   Ummuhan Kaya diyar kir ku Malbatê ev kes nas dikirin ji ber ku wan gelek caran serdegirtina mala wan kiribûn û dizanibûn ku wan Turgut bi kuştinê tehdît kiribûn. Ummuhan Kaya wiha dirêjî dayê. "Cîranên ku ji qîrîna jina wî û dayika wî şiyar bûn, jî şahidê bûyerê bûn. Endamên malbatê rêça wesayîta ku Turgut Yenisoy tê de bû şopandin û dîtin ku ew pêşî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Bismilê, li nêzîkî mala wan, rawestiya ye û dû re ber bi aliyekî din ve çûye."   'Em ê dev ji lêgerînê bernadin!'   Ummuhan Kaya wiha domand: "Roja din, dayik Nezrife Yenisoy tavilê çû Serdozgeriya Giştî ya Bismilê û serpêhatiyên xwe vegot. Lêbelê, dozgeriyê înkar kir ku Turgut Yenîsoy hatiye binçavkirin. Malbata Yenisoy serî li Midûriyeta Polîsan a Bismilê û Lîwaya Komando ya Bismilê da, li wir jî bi heman rengî bûyer hat înkarkirin."   Tevî hemû serlêdanên malbatê, qanûnên navxweyî tu encam nedan. Piştre doz ji DMME'yê re hate şandin. Tevî hikûmetên li pey hev di 31 salên borî de guherîn, eqûbeta Turgut Yenisoy nehat zelalkirin û sûcdar ji ber ku rayedarên darazê û îdarî erkên xwe bicîh neanîne, bêceza hatin hiştin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo hemû kesên ku winda bûne bernedin."   Çalakî piştî danîna kurnefîlan li Qda Galatasarayê bidawî bû.