REPAK’ê Nagîhan Akarsel bibîr anî 2025-10-03 18:24:03   NAVENDA NÛÇEYAN - REPAK’ê Nagîhan Akarsel di 3’emîn salvegra şehadeta wê de bi bîr anî û wiha got: “Nagîhan Akarsel rêwîtî û lêgerînvaniya heqîqeta jin û civakê kir. Ji me jinan re çandekî berxwedan û têkoşînê ya bi heybet hişt.”   Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) Nagîhan Akarsel di salvegera 3’an a şehadeta wê de bi daxuyaniyekî bi bîr anî.   REPAK’ê di daxuyaniya ku da de wiha got: “4’ê Cotmeha 2022’an li Başûrê Kurdistan bajarê rewşenbîrî ya Silênaniyê li himberî endamê Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî Nagîhan Akarsel êrîşek hovane pêkhat. Di encamê vê êrîşê de Nagîhan Akarsel şehîd bû. Bî vê boneyê 3’emîn salvegera şahadeta wê de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînîn li himberî bîranîna wan sonda xwe ya pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.   Bê guman xaka Kurdistanê bûyê hêlîna jinên nemîr. Ev erdnîgarî derguşa çanda mirovbûn û civakbûnêye. Ev çand bi mejî, ruh, vîn û hêza wijdanî a jînan re teşe girtiye. Ji xwedavenda qedîm Nînhursag heya Nagîhan Akarsel mîna xelekên zincîrê bi hezaran jinên zanîst, jîr û pêşêng kevneşopiya berxwedanê hunandine. Berxwedana jinan ji bo maf, azadî û wekhevî qasî dîrokê kevnare. Yêk ji van jinên bi hêz jî Nagîhan Akarsel bu, wê bi raman û çalakiyên xwe mohra xwe li dîroka tevahî jinan û gelê Kurd daye. Wekî rojnameger, akademîsyên wê li ser pirsgirêka jinan û girîngya azadiya jinan têgiştina xwe gelekî pêşxistibû. Bi salan wekî rojnameger û edîtor di nava medya Kurdî de ked da.   Her wiha di damezrandina Akademiya jîneolojiyê de gelekî hewildan kir. Ji bakur, heya şengal, Rojavaû Başûrê Kurdistanê di perwerde kirina jinan de bi evîndarî, bi çoş û kelecan kar kir. Heya henaseya xwe ya dawî wê ji bo pêşxistina jîneolojî berdewamî xebat meşand. Ew bi wan hewildanên xwe re bu damezrînerê ramana avakirina pirtukxane, arşîv û navenda Lêkolînê a jînên Kurd. Bi raman, têgihiştin, hezkirin û çalakiyên re karî xwe bike wêneyê yêkrêziya jînên Kurd. Fikra pirtûkxanêya jinên Kurd daxwaza wê ya yêkrêziya netewa Kurd nîşan dida. Di vê wateyê de ew remzekî netewî ya gelekî bilind e. Dîsa wê bi gotin, helbest, lêkolîn, analîz û xebatên xwe yê domdar re xwest tekoşîna jinan gerdunî bike. Wê berdewam bi zanîstê jinê Jinolojî re teşiya heqîqeta jinan badida. Xeyala wê ya mezîn cîhanekî bê tundî, bê dagirkerî avakirin bû. Wê ti car dest ji xeyalên berneda. Bu şopdarê xeyalên xwe û di vê rewîtiya xwe de xeyalên tevahî jînên azadîgêr kir çavkaniya tekoşîn û lêgerîna xwe.   Nagîhan Akarsel rêwîtî û lêgerînvaniya heqîqeta jin û civakê kir. Di meşa xwe de û di gotina xwe de gelekî werekî tevgeriya. Wê hêz û wêrekiya xwe jî nirxên çandî ya jînan û gelan girt. Ti gotin, penase, hevok têra bilêvkirina keseyet û berxwederiya Nagîhan Akarsel nakin. Wê ji me jinan re çandekî berxwedan û tekoşînê ya bi heybet hişt. Îro xeyalên wê emaneta me jînane. Wê ji bo azadî, wekhevî, demokrasî peywîra xwe bi serkeftî pêkanî. Belavkirina zanîsta jinê Jineolojî û avakirîna yêkrêziya demokratîk a jinên Kurd wê bibe bersîvdana bîranîna wê. Li himberî pergala kujer a bavîksalar û nîzama dagîrker wekî jin divê hêza hesap pirsînê ji her demî hêztir ava bikin. Li himberî vê pargala jin û jiyankuj enceq bi avakirina jiyanekî azad û demokratîk re em dikarin tola xwe bistinin. Bi wan hestan re dubare em di 3’emîn salvegera Nagîhan Akarsel de tevahî şehîdên azadiyê bîrtînîn. Sonda xwe ya pêkanîn xeyalên şehîdan dubare dikin.”