Rapora meha Îlonê ya DFG'ê hat eşkerakirin 2025-10-03 11:50:32   AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha Îlonê aşkera kir û diyar kir ku di meha Îlonê de 10 rojnameger hatine binçavkirin, yek hatiye girtin, 19 lêpirsîn û 22 doz hatin vekirin, 49 hesabên medyaya dijîtal û 30 nûçe hatine astengkirin û 6 malperên înternetê hatine girtin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), “Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê” aşkra kir. DFG’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku zextên li ser rojnamegeran û binpêkirinên mafên rojnamegeran di vê mehê de jî bênavber berdewam kirin.    Rapora DFGê ya meha Îlonê wiha ye:    “Me mehek din jî ya ku neheqî û sansura li ser saziyên medyayê û rojnamegeran hatin kirin li pey xwe hişt. Di meha Îlonê de hate dîtin ku astengkirin û xwegihandina naveroka nûçeyan li ser biryara Dadgehên Cezayê Sulhê ku xwe dispêre serlêdanên Saziya Agahiyên Teknolojiyê zêde bûne. Roja ku qeyûm tayînî Serokatiya CHP’ê ya Stenbolê hate kirin û polîsan avahiya wê dorpêç kir, sistkirina platformên medyaya dijîtal pêk hat. Piştî 21 saetan xwegihandinên platformên medyaya dijîtal asayî bûn. Bi hinceta ‘pirsgirêka Ewlehiya Neteweyî’ xwegihandinên parvekirinên têkildarî avahiya CHP’ê hatin astengkirin û derheqê 36 hesaban de lêpirsîn hate destpêkirin. Her wiha 10 kesên ku parvekirinan kiribûn hatin binçavkirin. Roja 8’ê Îlonê ku li dijî navenda polîsan a Îzmîrê êriş pêk hat, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.    Di 11’ê Îlonê de xwegihandina Grokê ya X’ê hate astengkirin. Astengkirin bi hinceta ‘parastina Ewlehiya Neteweyî û pergala gelemperiyê-cemaweriyê’ hate kirin. Di 9’ê Îlonê de jî nûçeyên der heqê Qanûna Avhewayê û Cengîz Holdîngê de bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hatin astengkirin.   Di 7’ê Îlonê de hesabên belgefîlma ‘Bîra Sûrê’ ya ku ji aliyê rojnameger Azad Altay ve li ser qedexeya derketina derve ya Sûrê hatiye çêkirin jî hatin astengkirin. Her wiha kanala YouTubeyê ya rojnameger Can Dundar hate astengkirin. Hesabê X’ê yê Medya Haberê û nûçeyên têkildarî kurê Fahrettîn Altûn hatin astengkirin. Di meha Îlonê de hesabên X’ê yên rojnameya Yenî Yaşamê û ETHA’yê bi heman hincetê du caran ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Xwegihandina malpera webê ya Ajansa Nûçeyan a Firatê hate astengkirin.   Herî dawî jî parvekirinên X’ê yên têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê ku dixwestin lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin, ji aliyê 8’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya Wanê ve hatin astengkirin. Hate zanîn ku zêdetirî 200 hesab û parvekirin ji bo ku ji xwegihandinê re bên astengkirin, li ser daxwaza Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê pêk hatiye.   Di meha Îlonê de xwegihandina 49 hesabên medyaya dijîtal û 30 nûçeyan hate astengkirin, 6 malperên înternetê jî ji aliyê Saziya Agahiyên Tekonoljiyê ve hatin girtin.    Di meha Îlonê de lêpirsîn û neheqiyên li dijî rojnamegeran jî kêm nebûn û di nava mehê de 10 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin. Der heqê 19 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsînên der heqê 22 rojnamegeran de ku didomiyan jî veguherîn dozan û derheqê rojnamegeran de doz hatin vekirin.”