Gulê Remo koça dawî kir 2025-10-02 14:14:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika 2 têkoşeran, Gulê Seyîd Yûsif Remo piştî rêwîtiyek dirêj a têkoşînê koça dawîn kir.   Dayika 2 têkoşeran, Gulê Seyîd Yûsif Remedan di 70 saliya xwe de ji ber nexweşiya parkinsonê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Gulê Remo îro hat veşartin û li mizgefta Zên El Abidîn a bajarê Dêrikê taziye tê qebûlkirin.   Gulê Seyîd Yûsif Remo ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ye. Dayike têkoşer Zozan û Berdevka Komîteya Itîfaq û Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîne Osê ye.   Gulê deriyê mala xwe ji tevgera rizgariya Kurdistanê re vekir. Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ji kesên pêşîn bû ku cihê xwe di çalakiyên gel û jinan de girt.