Li Amedê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2025-10-02 13:26:59     AMED - Sara Merabi di bin şert û mercên gumanbar de li navçeya Rezanê di mala xwe de mirî hat dîtin.   Sara Merabi li navçeya Rezan a Amediyê di mala xwe de mirî hat dîtin. Xizmên wê ketin hundirê malê, cenazeyê Sara Merabi dîtin û polîs û tendirustvan hatin agahdarkirin.   Muayeneya bijîşkî diyar kir ku Sara Merabi miriye. Cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.   Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.