Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir 2025-10-02 12:17:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Rûniştina yekem a civîna 13'an a komisyona meclisê destpê kir. Di rûniştina yekem de OHD'ê jî di nav de saziyên hiqûqê wê bên guhdarkirin.    Civîna 13'emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî destpê kir. Di rûniştina yekem a civînê de dê Komeleya Hiqûqnasan, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk ên Civakî (SODAP) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) dê bên guhdarkirin. Di rûniştina duyem de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Faziz Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca, Prof. Dr. Bahrî Ozturk bê  guhdarkirin.   Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş ku di vekirina rûniştina yekêm a civînê de axivî anî ziman ku edî ew hevî dikin ku di demeke nêz de pêvajoya guhdarkirinê biqedînin û derbasî merhaleya pêşniyarên qanûnî bibin. Numan Kurtulmuş êrişên Îsraîle yên li ser Filîstînê jî şermezar kir û got ku filoya diçû alîkariyê jî hat astengkirin û yên ku di keştiyê de bûn jî bi awayekî li dijî hiqûqî hatin girtin. Di berdewama axaftina xwe de Numan Kurtulmuş bal kişand ser xebatên komisyonê û ev tişt gotin: “Em ê îro saziyên hiqûqî guhdar bikin. Her wiha em ê akademîsyenan guhdar bikin.”   Piştî axaftina Numan Kurtulmuş civîna koiîsyonê destpê kir.