Ji Meclîsa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî 2025-10-01 15:57:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê divê sozên ku dane bi cih bîne û hesab ji wan koman bipirse ku sivîlan dikin hedef.   Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê binpêkirinên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla cîgira hevserokatiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Dinya Berki, bi Erebî ji hêla Hevseroka meclisê Hevîn Silêman û bi Îngilîzî ji hêla hevserokê Mala Êzidiyan Menan Cafer ve hat xwendin.   Şêniyên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd, endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyan xwendina daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kiryarên hin aliyên girêdayî Wezareta Parastinê, ên wekî girtina rêyên di navbera Heleb û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pêşîgirtina ketina sotemeniyê, dorpêçkirina taxê ji hêla komên çete ve, çêkirina çeperan û bicihkirina wesayîtên leşkerî li nêzî her du taxan û hedefgirtina sivîlan, binpêkirinek eşkere ya peymana ku di 10`ê Adarê de di navbera General Mezlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El Şari de hatiye îmzekirin  e, her wiha binpêkirina peymana 1'ê Nîsanê ye. Ev kiryar kiryar û astengiyên rêyan ku ji hêla hikûmeta Baas a şovenîst ve hatine kirin tînin bîra me."   Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk anîn ziman û gotin: "QSD`ê nûneriya me û ya hemû Sûriyeyiyan dike. Ew tekane hêz e ku nasnameya Sûriyeyê parastiye û li hember parçekirinê sekinîye. QSD`ê maf û destkeftiyên jinan parastine."   Meclîsên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bang li hemû Sûriyeyiyan kir ku li dora QSD`ê kom bibin.   Meclîsê bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku berpiryariyên xwe  bicî bîne û ji wan komên ku rêyan digirin û sivîlan hedef digirin, hesab biprse û got, "Ew berpirsyarê van binpêkirinan e."