Li Sûriyeyê di mehekî de 267 kes hatin kuştin 2025-10-01 15:33:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Îlona 2025'an de li Sûriyeyê 267 kes hatin kuştin.   Di meha Îlonê de li deverên di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîl El-Şam (HTŞ) û herêmên di destê dewleta Tirk û çeteyan de, 267 kes hatin kuştin. Li gor Ajansa ANHA’yê ev bûyerên kuştinê, li Şam û gundewarên wê, Hums, Hema, Laziqiyê, Heleb, Tertûs, Idlib, Dera û Dêrazorê rû dane.   Li gundê Um Tîna yê bajarê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê jî, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz bi dronan êrişî sivîlan kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 8 kes hatin qetilkirin.   Di encama teqînan mayîn, bermahiyên şer an teqandina ketober a guleyan de derdora 20 zarok hatin qetilkirin û nêzî 15 jî jin hatin qetilkirin.   Di meha Tebaxê de li herêmên di destê HTŞ’ê de û  li herêmên dagirkirî 166 kes hatibûn kuştin.   Li Siwêdayê jî ji navîna meha Tîrmehê ve hejmara kesên di şer, qetilkirinên li meydanan û êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, 2 hezar û 48 e. Bi dehan kes jî hatine revandin.