Jinan ber bi Enqerê ve dimeşin: Azadiya Ocalan azadiya me ye 2025-10-01 12:17:35     AMED  - Endama TJA Sebahat Tuncel di meşa ku di bin pêşengiya TJA de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de axivî û diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e û got: "Em dixwazin ji Amed heta Enqerê pireke aştiyê ava bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" meşa xwe ya ber bi Enqerê ve da destpêkirin. Bi sedan kes, di nav de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Aktîvîstên TJA'yê Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin li ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya Amedê kom bûn. Jinên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn dorpêçkirin, bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" nerazîbûn nîşanî astengiyê dan.   Ligel astengiyan jinan heta li rawestgeha Çeşme ya Peyasa Amedê bi çepik, tililî û dirûşmeyan meşiyan. Di meşê de pankarta "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" hat vekirin û dirûşma “Bijî Serok Apo”, " Jin jiyan azadî" û “Mafê hêviyê mafê gelan e" hatin berzkirin.    Li rawestgeha Çeşmeyê daxuyanî hat dayîn. Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin ku rê li ber siyaseta demokratîk vekir û got: "Em ê bi hev re pêşerojek ava bikin, bi awayê ku em dixwazin bijîn. Divê dewlet dev ji înkarê berde û rê li ber siyaseta demokratîk veke."   Sebahat Tuncel, da zanîn ku komîsyona parlementoyê guh da dewletê, lê Abdullah Ocalan guhdar nekir û wiha bi lêv kir: "Bêyî guhdariya Birêz Ocalan aştî çênabe. Devlet Bahçelî dibêje, 'Çûk bi yek bask nafire.' Ger em dixwazin çûkê aştiyê bifire, divê em guh bidin Birêz Ocalan. Ger aştî hebe, hûn ê dengê kurdan, jin û ciwanan bibihîzin. Em berpirsiyariyên dewletê tînin bîra xwe ku deriyê aştiyê negire û di rêya nû vekirî de bimeşe."   Sebahat Tuncel bal kişand ser pêwîstiya afirandina şert û mercên azad ji bo pêvajoyê û wiha axivî: "Em ê ji Enqerê re bêjin ku azadiya Birêz Ocalan azadiya gel e. Ew azadiya Birêz Ocalan di azadiya Gelê Kurd de dibînin. Wek kurd, em azadiya xwe di azadiya Birêz Ocalan de dibînin."   Sebahat Tuncel, diyar kir ku ew 50 sal in ji bo azadiyê dimeşin û têdikoşin û wiha bi lêv kir: "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Amed ji bo kurdan navendeke girîng e. Wek jin, em daxwazên kurdan ji vir digirin û dibin Enqerê. Em dixwazin ji Amed heta Enqerê pireke aştiyê ava bikin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e, ev pirsgirêka hemû gelan e. Em ê li Rojava, Başûr û Rojhilat wekî welatiyên azad û wekhev bijîn û rêya vê yekê siyaseta demokratîk e. Divê dewlet dev ji astengiya aştiyê berde."   Axaftina Sebahat Tuncel gelek caran bi sloganan dihat qutkirin. Piştî daxuyaniyê, jin ber bi wesayîtan ve meşiyan. Heyeta meşê ya ji 250 jinan pêk tê, bi wesayîtê ber bi Curnê Reş ve bi rê ketin.