'Tevî biryara DMME’yê Tirkiyeyê mafê hêviyê neda nasîn' 2025-10-01 09:03:28   Buşra Turan   WAN - Hevseroka OHD’a Wanê Hatîce Bagci bang kir ku divê KWKE prosedura binpêkirinê bide destpêkirin û got: “Azadiya Birêz Ocalan di heman demê de pêşiya aştî û siyaseta demokratîk jî vedike. Ev pêvajo bi sererastkirinên qanûnî, ewlehiya hiqûqî pêkan e.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tên girtin. Parêzerên wî ji bo cezayê muebeta giran a li muvekîlê wan di 2003’yan de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ceza li dijî xala 3’yemîn a ku îşkence û pêkanînên nebaş a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê(PMME) ye. DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de, cezayê mubetê ya li Abdullah Ocalan hatiye birîn û bêyî mafê berdana bi şert e, li dijî PMME’yê dît.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” a “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din di 18’ê Îlonê de da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. KWKE'yê heta hezîrana 2026’an ji Tirkiyeyê gavek şênber dipê. Her wiha ji komîsyona ku li meclîsê hatiye vakirin jî xwest kur ola xweya pêşniyaran bike, bilîze.   Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Hatîce Bagci der barê mafê hêvî û pêvajoyê de axivî.   ‘Ji bo mafê hêviyê mekanîzmaya hiqûqî tune ye’   Hatîce Bagci armanca mafê hêviyê nirxand û got DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de bi biryara daye cezayê muebeta giran a ku bêyî mafê berdana bi şer hatiye dayîn li dijî PMME’yê dîtiye û got: “Li Tirkiyeyê ev rastiye ku di serî de Birêz Ocalan û bi hezaran girtiyên din bêyî mafê berdana bi şert cezayê muebetê girtine. Ev rewş jî nîşan dide ku mekanîzmayeke hiqûqî ya ku mafê hêviyê bide tune ye.”   ‘Sererastkirin nehat kirin’   Hatîce Bagci bi lêv kir ku DMME’yê di mijara pêkanîna biryaran de li Tirkiyeyê kêmasiyên cidî dîtine û got ev sererastkirin ji bo mafê hêviyê bikeve jiyanê têr nakin. Hatîce Bagci wiha domand: “Tirkiye wek dewleteke alîgirê DMME û endamê Konseya Ewropayê (KW) neçar e van biryaran pêk bîne. Lê ji 2004’an heta niha ji bo Birêz Ocalan û hezaran girtî, sererastkirinek ji bo mafê hêviyê nehat kirin. Tevî biryarên DMME’yê gavek nehatiye avêtin.”   Dema ku dane Tirkiyeyê   Hatîce Bagci balkişand ser serlêdanên ji bo DMME û pêvajoyê û wiha bi lêv kir: “Tirkiyeyê sererastkirinên pêwist nekiriye. Li Tirkiyeyê bi saziyên civaka sivîl û baroyan re serlêdana 9\2 hat kirin. Komîtya Wezîran herî dawî di 2024’an de biryar da ku Tirkiye prosedurên binpêkirinê rawestîne û sererastkirinan bike. Di civîna 18’ê îlona 2025’an de bendewariya me ev bû ku Komîteya Wezîran li dijî Tirkiyeyê prosedura binpêkirinê bide destpêkirin. KWKE’yê ji bo mîsyona li meclîsê hatiye avakirin pêşniyar kiriye. Ev ne mijareke bi hiqûqa hundir bê çareserkirinê ye. KWKE’yê bi biryara xwe cesaret daye Tirkiyeyê. Divê hemû mekanîzmayê meclîsê bikevin tevgerê. Divê li hember Tirkiyeyê prosedura binpêkirinê bê destpêkirin.”