Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê hat taloqkirin 2025-09-29 18:52:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê ku biryar bû di çarçoveya amadekariyên Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de, roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê ê bihata lidarxistin, hate paşxistin.   Biryar bû di çarçoveya amadekariyên Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de, roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê bihata lidarxistin.   Lê bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku ji ber salvegera wefata Celal Talebanî ku sê rojan wê dewam bike û nêzbûna propagandaya hilbijartina Parlamentoya Iraqê, konferans ji bo demek nediyar hate paşxistin.   Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd roja 27’ê Îlonê li Silêmaniyê ji bo giftûgokirina li ser amadekariyên Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, civiyabûn.   Hêjayî bibîrxistinê ye Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di sala 2010’an de li Ameda Bakurê Kurdistanê û konferansa duyemîn jî di sala 2012’an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Tê gotin, dibe ku konferansa sêyemîn li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin.