Li Sheffielddeyê ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel atolye hate lidarxistin 2025-09-28 20:17:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Komûna Jinan a Jina Emînî ya Sheffielddeyê, ji bo bîranîna yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Nagîhan Akarsel atolyeyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser pêşengiya jinê, dîroka jinê, hevgirtin û jineolojiyê nîqaşên berfireh hatin kirin.   Komûna Jinan a Jina Emînî biryar da ku xebatên xwe bi gavên berbiçav dest pê bike. Di vê çarçoveyê de, vekirina waneyên zimanê Îngilîzî û Kurdî, peydakirina xizmetên wergêriyê, avakirina aboriya xweser a jinê û bicihanîna bernameyên perwerdehiyê yên birêkûpêk hatin plankirin. Di dawiya atolyeyê de, endamên nû jî tevlî komûnê bûn.   Di çalakiyê de, di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinê de welatparêzî, azadî, etîk û estetîk derketin pêş. Beşdaran destnîşan kirin ku ew li ser bingeha dînamîkên xwe yên xweser têkoşîna hebûnê dimeşînin. Yek ji beşdaran wisa got: “Ya girîng ew e ku em weke civakekî xwe bi xwe birêve bibin. Jin dê bi vîna xwe ya xweser xwe birêve bibin. Mêr jî dê bi têkoşîna hevpar di nava civakê de cî bigirin. Ev jiyaneke komûnal e.”   Bi referansa têkoşîna Nagîhan Akarsel a ku di sala 2022’an de li Silêmaniyê hate qetilkirin, hat gotin ku pirsyarkirina domdar a jinê ya hevdu û ji xwe, pêvajoyeke girîng e ku perspektîfa azadî û welatparêziyê kûrtir dike.   Di atolyeyê de herwisa bal hat kişandin ser rastiya “bêwatekirinê” ya ku qapîtalîzm diafirîne. Beşdaran destnîşan kirin ku sîstema qapîtalîst di jiyana jin, mêr, ciwan û malbatê de valahiyekî çêdike û gotin ku divê jin hebûna xwe ya xweser û otonom xurt bikin.   Atolyeya ku ji aliyê Komûna Jinên Jina Emînî ya  Sheffieldde'ê ve hate organîzekirin, weke civîneke girîng hate nirxandin ku hevgirtina jinê xurt kir, gavên aborî û civakî yên xweser hatin plankirin û pratîkên jiyana kolektîf hatin nîqaşkirin.