Li Zonguldakê jinek hat qetilkirin 2025-09-28 18:00:46   ZONGULDAK - Li navçeya Gokçebey, Serdar S. Jina bi navê Dîlara Yildirim bi alava birînê qetil kir.   Li navçeya Gokçebey a Zonguldakê, Serda S. Dîlara Yildirim bi alava birînê qetil kir û Faruk B. jî birîndar kir.  Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermayan hatin cihê bûyerê.   Hat diyarkirin ku Dîlara Yildirim jiyana xwe ji dest daye û Faruk B. jî rakirine nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku gumanbar hatiye binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.