Zextên Talîbanê didomin: Vê carê jî dirûtina cilên jinan hat qedexekirin! 2025-09-28 16:40:37       NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban, bi qedexekirina dirûtina cilên jinan ji aliyê mêran ve, polîtîkayên xwe yên zextê li dijî jinan didomîne. Ev biryar hem ziyanê dide çavkaniya debarê, hem jî xwegihandina jinan a xizmetên bingehîn sînordar dike.   Talîbanê di çarçoveya polîtîkayên li dijî jinan de, ragihand ku li wîlayeta Qendeharê qedexeyên nû anîne. Li gorî çavkaniyên xwecihî; wezareta ‘Emr-i bil maruf ve nehy-i anil munker’ qedexe kiriye ku mêrên terzî cilên jinan bidirûn.   Ev pêkanîn, parçeyek ji polîtîkayên berfireh ên Talîban li Efganistanên li dijî mafên jinan daye meşandin e. Qedexeyên li beramberî xebatên aborî yên jinan, qedexeyên xebatê di gelek qadan de, sînordarkirina perwerdeyên zarokên keç û zextên giran ên civakê, jinan ber bi xizaniyê ve dibin.   Terzî tên binçavkirin   Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, erkdarên wezaretê, terziyên mêr ên ku cilên jinan didirûn binçav kirine lê belê pişt re hatine berdan.   Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku Talîban di rojên dawî de hemû dirûnxaneyên ku cilên jinan didûrin kontrol dike û sînordarkirin bi lezgînî li hemû bajaran pêk tîne. Di heman demê de Talîbanê bi qedexeyên nû yên ji bo jinan gef xwariye. Çavkaniyek ji Qendeharê, diyar kir ku wezareta mijara gotinê, li beramberî xebatên jinan plan dike ku qedexeyên nû bîne.   Der barê qedexeyê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn   Wezaretê heta niha der barê van qedexeyan de tu daxuyaniyek nedaye. Lê belê berê hem çavkaniyên xwecihî hem jî di çapemeniyê de hat diyarkirin ku hatiye qedexekirin mêrên terzî cilên jinan bidirûn, li hemberî kesên ku dijî biryarê derketine, tundî hatiye kirin.   Qedexekirina dirûtina cilên jinan ji aliyê terziyên mêr ve tenê bandorê li debara malbatan nake, di heman demê de pêwistiyên jinan, ên cilan asteng dike û jiyana rojane bi qedexeyan dagir dike.