Kongra Star ji bo mêran dewreyek perwerdeyê da destpêkirin 2025-09-28 13:30:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi armanca jiholêrakirina bermahiyên zihniyeta baviksalar di civakê de, dewreyeke perwerdeya bîrdozî ji bo mêran li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk da destpêkirin.   Bi armanca afirandina şoreşeke rastîn a derûnî di civakê de ku dê zihniyeta baviksalar ji zihniyeta mêr paqij bike, Kongra Star dewreyeke perwerdeya bîrdozî ji bo mêran da destpêkirin. Dewre dê li ser Jineolojî (Zanista Jinan) û tez û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan li ser avakirina civakek demokratîk be. Ev dewre li ser wê bingehê ye ku mêr û jinek azad dikarin malbatek demokratîk ava bikin ku ev yek dibe bingeha civakek azad. Hemû ders dê ji hêla akademîsyen û çalakvanên jin ve werin dayîn.   Li gor nûçeya NÛJINHA'yê Dewreya perwerdeyê ku di 26'ê Îlonê de li Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir 30 mêr di nav de rêveber û hevserokên saziyên kantonê, dihewîne. Ew ê dersên li ser civaka xwezayî, dîroka jinan û paşketinên ku di dîrokê de jiyane bibînin. Armanc ew e ku mêr li ser bandora zihniyetên otorîter li ser cewhera jinan, werin perwerdekirin.   Dewreya perwerdeya bîrdozî ya ku dê mehek bidome, bi navê têkoşêr Nuredîn Sofî çalakvanê Kurd ku baweriya xwe bi azadiya jinan anî û dikaribû karakterê xwe biguherîne û bandorê li yên din bike, hatiye binavkirin.