Li dijî astengkirinê bertek 2025-09-27 14:27:45   ENQERE - Bi daxuyaniyekê derbarê hesabên fermî yên X ên Meclîsa Jinan a TJA û DBP de, hate gotin ku tu astengî dê rê li ber meş û têkoşîna jinan negire.   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê qedexeya gihîştinê ya li ser hesabên fermî yên X ên Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniyê qedexe wekî "êrîşek eşkere li ser têkoşîna jinan û mafê axaftinê" bi nav kir.   Daxuyaniyê wiha domand: "Hewldana bêdengkirina platformên ku jin ji bo parvekirina tecrûbe, daxwaz û têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi kar tînin, xuyabûna herî berbiçav a tirsa ku li hember têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan tê hîskirin e. Îro, hewldanên bêdengkirina me ne tenê hesab bi xwe ne; ew kampanyaya "Em bi Hêviyê Ber bi Azadiyê Ve Dimeşin" e ku ji hêla TJA ve hatiye destpêkirin. Ji ber ku ev kampanya meşek hevpar a îradeya jinan ji bo azadî, hêvî û berxwedanê ye. Ti astengî dê vê meşa ku jinan li ser rêya azadî û wekheviyê daye destpêkirin nikare rawestîne."