Jinan pêvajo nirxand: Fêdeya şer ji kesî re tune ye 2025-09-27 09:02:51   Elfazî Toral   STENBOL - Jinan der barê pêvajoyê de nirxandin kir û gotin: “Tu fêdeya şer û pevçûnan ji kesî re tune ye. Divê cidî nêzî pêvajoyê bibin.”   Xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin didomin. Heman demê de daxwaza aştiyê jî bilind dibe. Jinên li Stenbolê der barê pêvajoyê de axivîn. Jin piştgiriyê didin pêvajoyê û li aliyê din jî bi fikarin.  Jinan diyar kir ku bêbaweriyek heye û balkişandin ser rol û mîsyona ku dikeve ser milê desthilatdariyê. Jinan daxuyakirin ku fêdeya şer û pevçûnan ji kesî re tune ye û divê Tirkiye cidî nêzî pêvajoyê bibin.   Solgul Çîçek: Em jin aştiyê dixwazin. Em pêvajoyê erênî dibînin. Bêyî têkoşînê tiştek nayê bidestxistin. Rewşa Tirkiyeyê ne baş e. Divê em welatî der barê pêvajoyê de erênî bifikirin. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê. Pêvajoyên aştiyê her tim dirêj didomin. Ji ber kesên aştiyê naxwazin jî hene. Lê em dixwazin. Fêdeya şer ji kesî re tune ye.”   ‘Siyaset ji bo aştiyê xwedî rolek girîng e’   Ulku Gulersen: Divê aştî bê Tirkiyeyê. Em Tirkiyeyek paqij dixwazin. Ez li alî aştiyê me. Pênasekirina aştiyê zehmete. Tişta ku pergala heyî dibêje ne aştî ye. Em aştiyeke civakî dixwazin. Aştî ji malbatan dest pê dike. Divê em zarokên xwe baş bikin. Zarokên 14-15 salî di bêrîka wan de kêr hene. Ev çawa aştî ye. Divê zarokên me baş bên perwerdekirin.   Guler Karapinar: Em ji bo civakê ji bo zarokên xwe aştiyê dixwazin. Divê şer bidawî bibe. Divê hêrsa mirovan a li hember hev bi dawî be. Ji bo pêkanîna aştiyê peywir dikeve ser milê me hemûyan. Daxwaza me ev e ku şerê li Xezayê bidawî be.Bila jin û zarok rondikan nebarînin.”   ‘Em ne şer aştiyê dixwazin’   Zuhal Karakaya: Yên herî zêde ji şer bandor dibin jinin. Em li dijî şer bêdeng dimînin. Divê em xwe û zarokên xwe biparêzin. Divê li her derê aştî hebe. Ev kîn û nefret ji bo çi ye. Divê mirin tune bin. Em ne şer aştiyê dixwazin.”   ‘Divê hikûmet biryarê bide’   Sidika Yilmaz: Aştî wê ji bo gelen baş be. Em aştiyê dixwazin. Divê hikûmet êdî biryarekê bide. Ez tu kesekî li meclîsê naecibînim. Tirkiye mahkumê 12 mîlyonan kirin. Ez jî mexdurê wan 12 mîlyonî me.   Sema Çetîn: Ji bo her derê aştî pêwiste. Bêyî aştiyê nabe. Ji bo her kesî aştî û aramî pêwiste. Di malan de di malbatan de aştÎ pêwiste. Li cihê aştî tunebe aramî jî tuneye. Aştî perwerdehiyê jî dixwaze. Divê Tirkiye cidî nêz bibe û gavên pêwist bavêje.