Zarok di mîhrîcana zarokan de hatin gel hev 2025-09-26 21:45:41   AMED - Ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve Mîhrîcana Zarokan a Navbera Çandan pêk hat. Yekemîn bernameya mîhrîcanê li li Navenda Çand Amed pêk hat.   Li Amedê ji aliyê Komeleya Ewil Zarok ve Mîhrîcana Zarokan a Navbera Çandan pêk hat. Yekemîn bernameya mîhrîcanê li li Navenda Çand Amed pêk hat. Mîhrîcana wê navbera 26-28’ê îlonê de pêk bê, bi atolye, koro, rîtm, ksîlofon  û performansa muzîsyenan bidome. Bernameya bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Generalitat Catalana pêk hat, cureyên çandî hat pîrozkirin û dîmenên rengîn derketin holê.   Serokê Komeleya Ewil Zarok Rezan Kaya axivî û da zanîn ku li her cihê ku zarok bên gel hev wê aştî, dostanî û hêvî jî mezin bibe. Roja ewil a mîhrîcanê bi konsera ekîba Generalîtat Catalana bidawî bû.