Ji bo meşa ku wê ji bo Rojîn Kabaîş pêk bê bang 2025-09-26 09:03:28     WAN-Di ser mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş re salek derbas bû lê tevî vê hîna dosya nehatiye ronîkirin. Jinan ji bo meşa ku wê di 27’ê Îlonê de ji bo Rojîn Kabaîş wê pêk bê bang kirin.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU)  Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlona 2024’an de piştî ji yurda lê dima derket carek din agahî jê nehat girtin. 18 roj piştî windaûna wê cenazeya wê di 15’ê cotmehê de  li Perava Molla Kasim hat dîtin. Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş de salek derbas bû lê hîna bûyer nehatiye ronîkirin.   Di çarçoveya kampanyaya ‘Em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ wê 27’ê îlonê de saet di 18.00’an de ji ber AVM ya Wanê heta Kent Meydani meşekê pêk bê.   Aktîvîstên  Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo meşê bang kirin.   ‘Em bibin dengê Rojînê’   Eylem Oklu wiha got: “Bi pêşengiya jinan ji bo gumanbarên Rojîn Kabaîş derkevin holê û bên cezakirin em 27’ê îlonê roja înê dimeşin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin dengê Rojînê.”   Halîme Albay jî daxuyaikrin ku ji bo dosya bê ronîkirin di 27’ê îlonê de dimeşin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li qadê bi hev re bibin dengê Rojînê.”   Zeynep Durmaz destnîşan kir ku wê di 27’ê îlonê de saet di 18.00’an de ji ber AVM a Wanê heta Kent Meydani bimeşin û hemû jin vexwendin qadê.   ‘Çi bi Rojîn Kabaîş hat?’   Felek Erden jî wiha anî ziman: “Salek di ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş re derbas bû. Em wek tevgera jinên Kurd carek din dipirsin ‘Çi bi Rojîn Kabaîş hat?’. Pirsa ku her carê em ddipirsîn em ê 27’ê îlonê de carek din bipirsin. Çi bi Rojîn Kabaîş hat?Bila gumanbar bên dîtin, cezakirin.”