JINNEWS 8 salî ye 2025-09-25 09:05:18   NAVENDA NÛÇEYAN-   JNNNEWS a ku bi dirûşma ‘bi pênûsa jinê li ser şopa heqîqetê’ dest bi weşanê kir ket sala 8’an.   Saziyên ku ji aliyê pergala serdest ya mêr ve hatine biteşekirin, jinan hepsî nav çar dîwaran dikin, qadên jiyanê yên jinan tune dikin û serî li her cureyê polîtîkayan didin. Rojnamegerên jin bi hêza ku ji jinên di têkoşîna azadiyê de cih girtine girtin, bi fikra ‘divê odeyek aydê min hebe’ di 2012’an de Ajansa Nûçeyan a Jin(JINHA) û di berdewama wê de jî Rojnameya Şûjin xistin jiyanê.  Rojnamegerên jin piştî ku JINHA û Gazete Şûjin bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê  (KHK)  de hatin girtin, di 25’ê îlona 2017’an de JINNEWS vekirin.   Jinnewsê serî netewand   JINNEWS’ê tundiya li ser jinan, mirinên bi guman ên jinan, têkoşîn ajiyanê ya jinên penaber a li deriyênsînor û saziyên dewletê, têkoşîna jinên malê, li ser erdan, li fabrîqeyan, yên sektora taybet, zarokên xebatkar da bihistin. Gumanbar înfşa kirin û li dijî sansurê têkoşîn meşandin. Li dijî vê bi zext, tundî û carnan jî bi pêkanînên darazê re hatin rû hev.   Jin dibêjin çi?   Jinan tevî hemû êrîş û zextan berxwedana xwe diomandin û ji pergala serdest a mêr re gotin ‘Jin çi dibêjin? û pênûs û kameraya xwe li qadan nîşan dan û îdiaya xwe pêşve birin û li pey heqîqetê çûn.   JINNEW ku weşana bi Kurdî, Tirkî, Kirmanckî û Îngîlîzî didomîne, li her derê dibe dengê jinan. Têkoşîna jinên afrînerên Şoreşa Rojava jî anî ser ekranan, li Rojhilat jî dengê ‘jin jiyan azadî’, li Başur jî jî bû dengê qêrîna jinên têkoşîna nasnameyê didin.   Îdiaya JINNEWS’ê   JINNEWS ku bi dirûşma ‘bi pênûsa jinê li ser şopa heqîqetê’  dest bi weşandê kir, li dijî zimanê serdest yê mêr derket rê û bûreng, deng û ruyekî nû. JINNEWS kevneşopiya çapemeniya azad û îdiaya xwe diparêze,  îdiaya xwe ya dengê Aştî û Civaka Demokratîk didomîne…