Foza Yûsif: Destûreke ku jinan tine dihesibîne ne demokratîk e 2025-09-20 19:35:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yusif di konferansa li Hesekê axivî û diyar kir ku destûra ku mafên jinan misoger neke wê ne adîl be. Nûnerên ji neteweyên din peyama "Aştiya rastîn tenê bi diyaloga di navbera gelan û pêşengiy jinan de dikare were bidestxistin" dan.   Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv di konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" de ku li Hesekê tê lidarxistin, axivî. Foza Yûsif bal kişand ser rola girîng a jinan di pêkanîna azadî û demokrasiyê de. Her wiha der barê gotar û xitaba gefxwarinê de hişyarî da û got: “Aştîya rastîn bi gefan dest pê nake û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha bidestxistina azadiyê ye."   Fozayê Yusif destnîşan kir ku "Danezana Destûrî" ya ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye derxistin, divê were sererastkirin da ku mafên jinan û cihê wan di hikumeta bê de garantî bike. Foza Yûsif da zanîn ku ev konferans platformek ji bo yekkirina jinan û bidestxistina daxwazên wan ên bingehîn, bi taybetî sererastkirina Danezana Destûrî da ku destûrek jinan ku mafên jinan diparêze û beşdariya wan a di jiyana siyasî de pêk bîne, were danîn. Foza Yûsif di axaftina xwe de jinên şehîd ên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan feda kirine bi bîr anî, û diyar kir ku jinan, bi têkoşîna xwe, şoreşek rastîn ji bo pêkanîna azadiyê ava kirine.   Der barê hilbijartinên parlamentoyê yên ku hikumeta veguhêz amadekariya wan dike, Foza Yûsif bal kişand ser paşguhkirina jinan û civakên din ên Sûriyeyê, her wiha bal kişand ser binpêkirin û kuştinên li dijî jinan, êrişa rasterast a li dijî pêşeng, siyasetmedar û rojnamevanên jin û kampanyayên medyayê yên reşkirinê.   ‘Aştî bi diyalogê dest pê dike’   Foza Yûsif nakokiyên helwestên hikûmeta veguhêz rexne kir, û destnîşan kir ku hikûmet banga  diyalogê dike lê li ser medyaya dîjîtal gotara nefretê pêş dixe, ev jî parçebûnê zêde dike û Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî dibe. Foza Yûsif got ku  aştî bi gefan dest pê nake, lê bi diyalogê dest pê dike.   ‘Ka çareserî ka diyaloga rastîn’   Fozayê bal kişand ser rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê û da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê berdewam dike û hikûmeta veguhêz helwestek zelal negirtiye. Her wiha daxuyanî û gefên dawî yên Tirkiyeyê ku dibêje ew ê êrişekê li ser herêmê pêk bîne bi bîr xist û got, "Kanî çareserî? Kanî diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî? Eger her tişt bi gefan pêk tê, Aştî bi çavtirsandinê dest pê nake, lê bi diyalog û naskirina mafên hemû pêkhateyan dest pê dike."   Foza Yûsif her wiha diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeka biçûk e, hemû pêkhate û koman tîne ba hev û xwe ji terorîzm û dijminan diparêze. Foza da zanîn ku nasnameya wan biratî, demokrasî û jiyana hevbeş e û divê mafên jinan beşeke bingehîn a her destûrekê bin.   Berdevka Civaka Jinan a Zenûbya Xod El Elî, rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Silva Elasya, nûnera Yekîtiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan, nûnera jinên Elewî Dr. Ebir Selman, nûnera Durzî Înas Neîmî di konferansê de axivîn, bal kişandin ser yekîtî, wekhevî û têkoşîna hevpar a jinan.   Bi navê Yekitiya Jinên Ermen jî Anahîd Qesabiyan jî îşaret pê kir ku jinên sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe dikarin beşdarî avakirina siberojeke hevbeş a demokratîk û adilane bibin. Anahîd ezmûnên jinên Ermen bi qirkirin û koçberiyê re vegot û got divê êş û zehmetî veguherin hêza avakirina aştî û demokasiyê.   ‘Mafên hemû gelan mîsoger bikin’   Anahîd Qesabiyan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî ku rûmeta jinan biparêze û mafên hemû gelan mîsoger bike, dê bi xwişkên xwe yên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bixebitin.   Bi navê jinên Elewî yên perava Sûriyeyê lêkolîner Dr. Ebîr Selman jî behsa nakokî û cudabûna di navbera belgeyên olî û pêkanîna wan de kir. Ebîr rola tevgerên jinan ên nûjen di daxwaza mafên jinan de vegot û bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Rêveberiya Xweser ezmûneke pêşeng e ku rola rasteqîn a jinan di qadên siyasî, civakî û hiqûqî û hwd de nîşan dide."   Ebîr Selman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di destpêka şoreşa Sûriyeyê de û di nava salekê de lêkolînek çêkir û got, derket holê ji fîlozofên herî zêde ku piştgirî dane jinan Rêber Apo ye.   Bi navê jinên Durzî Înas Neîmî bi rêya bernameya Zoomê beşdar bû û got beşdariya jinan di vê konferansê de armanc dike ku eniyeke jinan a yekgirtî ava bike ku rûmeta jinan vegerîne. Înas destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser rê dide jinan ku beşdarî biryardayînê, derxistina qanûnan û parastina mafên xwe bibin, nivîsandina qanûnek jinan ji bo tevahiya herêmê.