Ji gelê Amedê peyam:Heta Ocalan azad nebe aştî ne pêkane 2025-09-17 16:58:13   AMED - Di meşa ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin de peyama ‘divê li banga Birêz Ocalan binêrin û pozîsyon bê girtin.”   Bi daxwaza ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirÛşmeya ‘gel ji bo serokê xwe dimeşin’ li navçeya Rezan a amedê ji ber girtîgeha Tîpa E yaAmedê heta Ozlem 2000 meş pêk hat. Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Dem Partiyê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, rêxistinên civaka sivîl û bi hezarna kes tevli meşê bû. Pankara ‘Ji bo mafê hêviya j ibo Rêber Apo em dimeşin azadiyê’ hat vekirin û dovîzên ‘Azadî hêviye hêvî li Îmraliyê ye’, ‘Em qanûnên azadiya jinan dixwazin’, ‘jin bo çanda Kurdî azadî’ htain hildan.   Her wiha dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nave’, ‘ji Îmraliyê re hezar silav’ hatin berzkirin. Her wiha ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û al hatin hildan.   ‘Dibêjin Birêz Ocalan aktorê serekeye’   Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşê de axivî diyar kir ku wê meş dirêj bikirana lê polîsan astengî derxistine. Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha anî ziman: “Pêvajoya muzakereyê heye.Birêz Ocalan bi pêvajoyê re bû hêvî. Yên destur nedan posterê Birêz Ocalan barîkat ava kirin. Gelê me yê di meşê de xwedî li îrade û têkoşîna xwe derketin gotin çareseriya demokratîk pêkane. Dibêjin Birêz Ocalan aktorê serekeye. Divê kes ji vê meşê netirse. Ev meşa mezinkirina îradeya gelê Kurde. Heta Ocalan azad nebe aştî ne pêkane.”   ‘Pêşengiya Birêz Ocalan qet neqedya’   Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha dirêjî dayê: “Di ser cotmehê de nêzî salekê ye derbas bûye. Pêvajo bi 27’ê Sibatê re dest pê kir. Ji bangê het aniha pêşengiya Birêz Ocalan qed neqedya. Her tim çaresrî afirand. Komîson bi fikra Birêz Ocalan re ava bû. Partî bi saya wî hatin gel hev. Divê nirxa vê bê zanîn.  Li vî welatî hewce bi sê tiştan heye. Ev civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratîke. Birêz Ocalan dibêje ku hewcedarî bi hiqûqek giştî heye.”   ‘Aktorê sereke yê aştiyê ye’   Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku li Kurdistanê berxwedanek mezin heye û got: “Tê payîn ku îro sibê konsey biryara ji bo mafê hêviyê aşkera bike. Divê ev biryar piştgiriyê bide demorkasiya Tirkiyeyê. Navê dema nû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke. Aktor jî Birêz Ocalane. Ya esas ev e ku divê li banga Birêz Ocalan binêrin û pozîsyonê bigirin. Bêyî azadiya Ocalan aştî ne pêkane. Bi saya me her yekê wê pêvajo bi azadiyê encam bibe.”   Piştî axaftinan girse bi dirûşmeyan belav bû.