Ji bo tevlîbûna hevdîtina jinan bang 2025-09-11 14:05:44   AGIRÎ - Ji hêla şaredariya Agiriyê ve li taxa Firatê hevdîtina jinan tê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê bang hat kirin.    Ji hêla Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Agiriyê ve li taxan hevdîtinên jinan tê lidarxistin. Sibê dê saet 16.00'an de li parka Tokîler a taxa Firatê hevdîtina jinan bê lidarxistin.    Ji bo tevlîbûnê bang li jinan hat kirin.