Qeyûm tayînî 121 şîrketan hat kirin 2025-09-11 10:08:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê de Can Holdîng jî di nav de bi giştî dest danîn ser 121 şîrketan û qeyûm hatin tayinkirin. Her wiha dest danîn ser kanalên weke Haberturk û Show TV’yê.    Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê, xwediyên Can Holdîngê Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de ji bo 8 kesan biryara binçavkirinê da. Di serî de Haberturk, Bloomberg û Show TV bi giştî dest danîn ser 121 şîrket û milkê holdîngê û dewrî Fona Sîgorteya Mewduatên Teserûfê (TMSF) kirin.    Hat zanîn ku lêpirsîn, bi sûcdariyên “Avakirina rêxistina sûc”, “qaçaxçitî”, “sextekarî” û “yasayîkirina mal û milkê bi rêya sûc hatiye bidestxistin” hatiye vekirin.    Hat zanîn ku lêgerîna li şîrketan didome.