TJA'yê ji bo sê jinan bernameya bîranînê pêk anî 2025-09-10 19:41:26   WAN – TJA’yê ji bo Emîne Erciyes, Zîn Zagros, Ekîn Amara Toldar li Wanê bernameya bîranînê pêk anî.   YJA Starê diyar kiribû ku endamên wê Emîne Erciyes (Nali Taşpinar), Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn AMara Toldar (Şehrîban Akin) ku 2020’an de di êrîşek hewayî de jiyana xwe ji dest dane. Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ji bo wan li Mêrdîn û Wanê bernameya bîranînê pêk anî.   Wan   Li Wanê li avahiya DEM Partiyê bername pêk hat û find û kulîk hatin danîn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Kesên Xizmên xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî (TUHAYDER), Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partî Û DBP’ê, meclîsa ciwanan tevli bûn. Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya xivî û da zanîn ku ew di şexsê Emîne Erciyes, Zîn Zagros, Ekîm Amar aToldar de hemû kesên têkoşîna jiyanê de jiyana xwe ji dest dane bbîr tîne.   Hevseroka DEM partî ya Wanê Gulşen Kurt jî axivî û da zanînli hemû cîhanê jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşîna xwe didomînin. Piştî axaftinan bername bi dirûşmeyan bidawî bû.   Mêrdîn   Li Mêrdînê jî bi pêşentiya TJA’yê li ber PTT’a Artukluyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş, MED-DER, Dayikên Aştiyê û gelek jin cih girtin. Bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin, ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Li ser navê girseyê berdevka TJA ya Mêrdînê Hatînce Oncu axivî û da zanîn ku wan ji hemû gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê re mîrateyek nayê jibîrkirin hişatine û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.   Piştî axaftinan jin heta Parka Karayolari meşiyan.