Bi girseyî çûn şîna Sabrîye Duman 2025-09-08 14:35:04   WAN - Bî girseyî çûn şîna gerîlaya YJA Starê Sabriye Duman.     Ji bo Sabriye Duman (Dîcle Arya) ku di sala 2021’ê li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Nû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hate danîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) çûn şînê.