‘Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon’ mifteya çareseriyê ye 2025-09-06 09:03:28   Evîn Çîftçî   STENBOL - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan da zanîn ku "Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon" mifteya çareseriyê ye û wiha got: “Divê civak di vê esasê de xwe rêxistin bike û daxwazên xwe bîne ziman.”   Elewî ku ji paşerojê de heta îro nehatine qebûlkirin, bi banga "Aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de kir şûnde, hêviya wan afirî. Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan der barê pêvajoyê de nirxandin kir.   Kadriye Dogan da zanîn ku wê coşa di mîtînga aştiyê ya li Kadikoyê de têr nedîtiye û got sedema vê jî qelsiya xebatan bûye. Kadriye Dogan wiha anî ziman: “Mîtîna 1’ê Îlonê ya li Kadikoyê divê asta coşa wê zêde bûna. Tirkiye pêvajoyek girîng de derbas dibe. Li ber me pêvajoyek girîng heye. ji ber vê divê em di vê esasê de xwe rêxistin bikin û xebatan bimeşînin.”   ‘Em ji dewletê samimiyetek têr nabînin’   Kadriye Dogan daxuyakirin ku bi destpêkirina pêvajoyê re gavên tên avêtin yek alî nikare pêş bikeve û got ji ber ku dewlet gavên pêwist navêje serê mirovan de tevlihevî çêdibe. Kadriye Dogan wiha bi lêv kir: “Daxwaza welatiyên Elewî welatîbûna wekheve. Ji bo vê têdikoşin. Lê rewşek zelal neha tnîşandan. Sedema vê jî eve ku dewlet li dijî banga aştî ûcivaka demokratîk ne samimiye. Di mijar apiştgiriyê de jî seknek baş nehatiye nîşandan.”   ‘Divê komîsyon hemû aliyan guhdar bike’   Kadriye Dogan destnîşan kir ku divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin peywira xwe bîne cih û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê guhdarkirin. Kadriye Dogan wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Divê aliyên civakî bên guhdarkirin û daxwaz cidî bên girtin. Ji nedîtîve hatin nabe. Divê rastî bên dîtin. Pêşniyar ame eve ku gotina Birêz Ocalan baldar bê girtin û baş bê fêmkirin. Divê komîsyon hemû aliyan guhdar bike. Divê polîtîkayên asîmîlasyonê bidaweî bin.”   ‘Divê em hev fêm bikin’   Kadriye Dogan destnîşan kir ku civak heta îro nexweş hatiye û divê ji vir şûnde nexweş berdewam neke û wiha dawî lê anî: “Vê pêvajoyê de peywirek girîng dikeve ser milê me. Bi hezaran salane bi pêşengiya jinan me têkoşîn axwe da. Niha yekane daxwaz aştî û jiyana hepvare. Divê em hev cuda nebînin û hev fêm bikin.”