Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket 2025-08-25 09:45:22   AMED - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 297emîn de bi manşeta “Ziman xeta sor e” derket.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 297'emîn de bi manşeta “Ziman xeta sor e” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameyê, di vê hejmara xwe de asengkirina axaftina bi zimanê kurdî yên Dayikên Aştiyê ya di civîna 5'emîn a “Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî”  a li Meclisê derxist manşeta xwe. Rojnameyê cih da axaftinên Dayika Aştiyê Nezahat Teke ku di meclisê de axaftina wê hatibû astengkirin. Dayika Aştiyê Nezahat Teke ku nehiştin bi kurdî biaxave wiha dibêje: “Mirovek nikaribe bi kurdî biaxive dê aştî çawa pêk were. Dema zimanê kurdî were qedexekirin em ê çawa di nava aştiyê de cih bigirin.”   Rojnameyê li aliyê din cih da hevpeyvîna ku bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskînê re kiriye. Eren Keskîn diyar dike ku sermayedar hêza xwe ji şer û tiryakê digirin, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajêyê de bi projeyên xwe bûye hêviya aştiyê.   Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Adar Jiyan, Zinar Ronî, Felemez Ulug, Dr. Îsmet Konak, Zaza Cebelî, Hogir Berbir û Mûsa Şanak bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.