'Dewlet jinan naparêze' 2025-08-17 09:04:12   AMED - Ji ber hincetên ku zîhniya zayendperest hewl dide di civakê de rewa bike, her roj jin tên qetilkirin. Jinan der barê van pirsgirikan de axivîn û diyar kirin ku tundî û qetilkirina jinan bûye wek çand û gumanbar zîhniyeta serdest ya mêr in.   Jinên ku di civaka zayendperest de nasnameya wan tune tê hesibandin, ji ber vê zîhniyeta sîstematîk her roj bi tundî, qetilkirin, destdirêjî û her cureyê êrişê re tên rû hev. Li Tirkiyeyê di şevekê de Peymana Stenbolê ku jin diparast, hat feshkirin. Piştî vê ev bûyer kat bi kat zêdetir bûn.    Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me ji çapemeniyê kom kiriye di 7 mehên ewil ya 2025’an de ev tablo dertê pêş:   “*Di meha çile de 32 jin hatin qetilkirin û 25 jin û zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dan.   * Di meha Sibatê de 15 jin hatin qetilirin, 18 jin jî biguman jiyana xwe ji dest dan.   * Di meha Adarê de 24 jin hatin qetilirin û 14 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   * Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qeitlirin û 14 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   * Di meha Gulanê de 21 jin hatin qetilkirin û 19 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   *Di meha Hezîranê de 19 jin hatin qetilkirin û 6 jî biguman jiyana xwe ji dest dan.   * Di meha Tîrmehê de 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî biguman jiyana xwe ji dest dan.”   Qetilkirinên jinan her diçin mezin dibin û dewlet jî hîna van pirsgirêkan ji nedîtîve tê. Jinan der barê mijarê de  ji ajansa me re nirxandin kirin.   Zîhniyeta mêr tundiyê mezin dike   Parlamenera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Sevîlay Çelenk, da zanîn ku gumanbarên jinan ‘zîhniyeta mêr e’ û wiha got: “Qetilkirin û tundiya li ser jinan ji bo me êşek mezin e. Li Tirkiyeyê he roj em bi bûyerek bi xof şiyar dibin. Ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê jî wisa ye. Gumanbarên vê çanda tundiyê jî mêr, desthilatdariya mêr, zîhniyeta serdest ya mêr e.”   ‘Çanda tundiyê tê rewakirin’   Sevîlay Çelenk di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li her derê ku jin îradeyê nîşan dide, mêr hewl didin bikin bin kontrola xwe û got: “Dixwazin îradeya jinê bişkînin û xwe nîşan bidin. Her daxwaza jinê bi tundiyê tê çarserkirin. Em bi ferasetek wisa re rû bi rû ne. Em vê tenê wek zîhniyeta nexweş a mêr nabînin. Ev çanda tundiyê ye. Divê em li ser riyên çareseriyê bisekinin.Divê ev zîhniyet bên guhertin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê hêz da gumanbar. Gumanbaran ji vê cesaret girtin. Vê biryarê raste rast tundî zêde kir. Li welat potansiyelek cidî a tundiyê hebû. Lê tevî vê ev maf ji destê jinan hat girtin. Destkeftiyên jinan yek bi yek hedef tên girtin. Dema carekê tawîz bê dayîn êdî her tişt ji destê me diçe. Beriya her tiştî divê em vê jibîr nekin.”   ‘Jin bi serhildanên li kolanan e’   Sevîla Çelenk  bi lêv kir ku wê li dijî pirsgirêkan bi serhildanên xwe li qadan bin û wiha vegot: “Em li her qada têkoşînê jinan dibînin.Têkoşîna li dijî xizaniyê têkoşîna li dijî tundiyê. Jinan tu carê kolan terk nekirin. Hev tenê nehiştin. Em neçarin vê bidomînin. Ji ber jiyana me mijara gotinê ye.”   ‘Dewlet jinan naparêze’   Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Amîne Kutlay da zanîn ku dewlet jinan naparêze berovajî vê bi polîtîkayên pêk tîne zêdetir zirarê dide. Amîne Kutlay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin li vî welatî hebûna herî bê nirx jin e. Her roj jinek tê qetilkirin. Ev gihiştişye astek dijwar. Dest dirêjî zarokan jî dikin. Polîsên divê me biparêzin naparêzin. Naxwazin jin dengê xwe bilind bikin. Dixwazin em li malên xwe rûnin."   ‘Dewleta ku Peymana Stenbolê fesh kir ne li pişta jinan e’   Amîne Kutlay di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em jin serî hildidin. Em li dijî qetilkirinên jinan e. Em ê li dijî van dengê xwe bilind bikin. Heta dengê me derkeve em ê biqîrin. Em ê hev xurt bikin. Em ê hebûn û piştevaniya xwe biparêzin. Dewleta ku şevekê de Peymana Stenbolê rakir ne li pişta jinan e. Em bi pergaleke ku jinan tune dike re rû bi rû ne. Jin nayên parastin û mêr bêceza tên hiştin. Divê em li her qadê dengê xwe bilind bikin.”