Li Isparta û Balikesîrê tundiya mêr: 2 jin hatin qetilkirin 2025-08-07 17:26:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ispartayê yek û li Balikesîrê jî jinek ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hate qetilkirin.    Li Isparta û Balikesîrê 2 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatin qetilkirin. Kesê bi navê Muhammed M.R. li Ispartayê hevjîna xwe Fatima R. Bi îşkenceyê qetil kir. 4 zarokên Fatima R.’yê girtin bin parastinê. Gumanbar, hate girtin.    Li Balikesîrê jî jina bi navê Gonca A. ji hêla hevjînê xwe Mehmet A. ve bi kêran hate qetilkirin. Gumanbar piştre jî întîhar kir.    Cenaze, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bîgadîçê.