Ji bo 'Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz' bang 2025-08-06 09:04:39     AMED - Rojnameger Aysel Işik der barê "Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" de axivî û banga serlêdana rojnamegerên jin kir.   Îsal ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve yekemîn "Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz" wê pêk bê. Merasîma xelatê wê li ser navê Gurbetellî Ersoz û xebatkarên jin yên çapemeniyê ku jiyana xwe ji dest dane pêk bê.    Serlêdanan 17’ê Hezîranê de destpêkirin, 28’ê Îlonê de wê bidawî bin. 8’ê Cotmehê de jî wê xelat bên dayîn. Di beşa kurdî, tirkî, wêne û vîdeoyan de bi giştî çar beşan de wê xelat bên dayîn.   Endama Lijneya Rêveberiya MKG’ê Aysel Işik der barê pêşbirkê de agahî dan û banga tevlibûnê kir.   Li dijî zîmanê serdest ê çapemeniyê    Aysel Işik daxuyakirin ku şert û mercên rojnamegeriya jinê pir zehmet in û wiha got: “Di şertên îro de, em di xala ku têkoşîna rêxistinkirî biserketiye de ne. Dema me komele ava kir hedefên me dan ber xwe hebûn. Komele ji ber hewcedariyê derket holê. Dema me komele ava kir em li dijî zimanê serdest yê mêr di eniya rêxistinbûna jinê de bûn. Me bi perwerdehiyê atolyeyên xwe pêk anîn. Me bi namzetên rojnamegerên jin yên nû atolye pêk anî. Me pirgirêkên rojnamegerên berê yên li qadê guhdar kir. Me xwest em vê pisgirêkên xwe çareser bikin. Piştî nîqaşên hevpar me hewcedariyek wisa dît. Ji vê hewcedariyê em ê bi pêşbirkê bibînin ku jin keda xwe bibînin. Di pêvajoyek wisa de dayîna xelatan ji bo mezinkirina rojnamegeriya jinê girîng e.”   Çîroka hemû jinan tê nivîsîn   Aysel Işik destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz yekemîn gerînendaya jin a Kurd e û daxuyakirin ku Gurbetellî Ersoz çîroka jinan aniye ziman, keda jinan daye xurakirin û ev wek hedef daye ber xwe. Gubetellî Ersoz ev tişt anî ziman: “Nifşê nû xwe di vî alî de rêxistin kir û bi nêrîna jinê nûçeyan çêdike. Di dîrokê de mêran her tim çîrokên jinan cuda nîşandan. Ligel vê em li dijî jinên cuda hatin dîtin, di plana dawî de hatine hiştin, tundî û qetilkirina jinê, em bûn dengê jinê. Me ne tenê çîroka jinên hatine qetilkirin di heman demê de me çîroka jinên ked û aborî derxistiye holê jî girt dest.”   ‘Em bi kelecan in’   Aysel Işik balkişand ser xelatên rojnamegeriya jinê ya ku ji aliyê MKG’ê ve pêk tê û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê em rojnamegerên jin pir kelecan in. Ji roja me xelatên rojnamegeriyê ragîhand, gelek hevpîşeyên me geriyan û girîngiya vê xelatê anîn ziman. Me endamên xwe yên juriyê jî li gorî vê hilbijart. Di avakirina kategotiyan de rojnameger xwe di kîjan kategoriyan de dibînin hilbijart. Em di çar beşan de xelatan didin. Nûçeyên tirkî, kurdî, vîdeo û wêne de.”   ‘Em banga tevlibûnê dikin'    Aysel Işik diyar kir ku serlêdan 28’ê Îlonê de bidawî dibin û encama nirxandinan de wê ji her beşê de xelat bên dayîn. Aysel Işik di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê jî gelek pêşbirkên xelatan çêbûn. Lê ev pêşbirk di alî me de gelek girîng e. Çi dibe bila bibe em dipên ku hevpîşeyên me serlêdanê bikin. Li Tirkiyeyê ev pîşe şerên zehmet de tê kirin. Ji bo jinên rojnameger hîn zehmetire. Em MKG dixazin barê hev sivik bikin û keda xwe bidin xuyakirin.”