Ji Kongreya Star daxuyanî: Em jinên Êzidî slav dikin 2025-08-03 12:24:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 11’emîn a fermana 74’an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê daxuyaniyek da.   Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 11’emîn a fermana 74’an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir.   Di daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star de ev tişt hat gotin:   "Weke rêxistina Kongra Star em di salvegera 11`emîn a fermana li ser civaka Êzidî pêk hatî de, destpêkê tevahî kesên bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine şehîdxistin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di dema fermanê de ji bo ku gelê me yê Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin gerîlayên HPG û YJA Star’ê û ji bo ku korîdora mirovahiyê vekin şervanên YPG -YPJ’ê berê xwe dabûn Şengalê. Ev şervanên ku li hember dagirkeriya DAÎŞ’ê şer kirin û şehîd bûne jî em bi rêzdarî bi bîr tînin.   Ji civaka Êzidî re ku ev 11 sal e li hember her cûre êrîşan berxwedayînê dike û di bin van êrîşan de pergala rêveberiya xwe ya xweser ku bi fikrê Rêber Apo ava kiriye bi hezkirin silav dikin.   Di nava van 11 salan de pêşketinên di  civaka Êzidî de çêbûne, baweriya ku avabûyî hêza rêxistinbûyînê nîşanî me dide. Bi taybet jî rêxistinkirina jinan a di nava civakê, siyasetê, dîplomasiyê, leşkeriyê de mînakeke hêzgirtinê ye. Jinên Êzidî di bin banê TAJÊ’de xwe rêxistin kirin, li hemberî êrîşên dagirkeriyê, olperestî, zayendperestiyê bi hêza hevgirtî di bin bersiv. Jin pêşengtiya siberojeke azad a Şengalê dikin.   Civaka Êzidî xwe di her warî de rêxistin kir û îro bi vê rêxistinkirina xwe Êzdayetiyê diparêze. Hovîtiya DAIŞ’ê û hêzên li pişt van çeteyan jî îro bi binketinekê re rû bi rû mane. Dîrok dîsa nîşan dide ku li hemberî hêza gel a rêxistinkirî tu hêz nikare bisekine. Êdî gelê Êzidî xwedî bîr û baweriyeke mezin e û xwedî li mîrasa berxwedayîna Êzdayetiyê derdikeve.   Di dema fermanê de bi hezaran jinên Êzidî ketin destê DAÎŞ’ê. Em weke rêxistina Kongra Star careke din tînin ziman ku ew keçên winda ku ketine destê DAIŞ’ê, ji bo ku em rizgar bikin bi hemû hêza xwe em ê bixebitin.   Em careke din civaka Êzidî bi taybet jî jinên Êzidî silav dikin, fermana 74’an a li ser  Êzidiyan bi tundî şermezar dikin."