Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hevdîtina jinan 2025-08-01 21:47:29   AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di hevdîtina jinan a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk anî de axivî û da zanîn ku ji bo daxwazên jinan guhdar bikin hatine gel hev û got: “Em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.”   Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Yenîşehîrê li taxa Şehîtlîkê hevdîtina jinan pêk anî. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û gelek jin tevli bûn.   Serra Bucak da zanîn ku  ji bo daxwazên jinan guhdar bikin hatine gel hev û balkişand ser girîngiya hevdîtinên jinan. Serra Bucak bi lêv kir ku ji roja hatine hilbijartin xwedî li îradeya xwe û şaredariyên xwe derketine û got ew dixwazin bi jinan re jî pirsgirêkên xwe biaxivin.   Jinan daxwaz û pirsgirêkên xwe anîn ziman.