Îsraîl û hikumeta veguhêz têkildarî başûrê Sûriyeyê li hev kirin 2025-07-25 11:16:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi amadebûna nûnerê serokê DYAyê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack li Parîsê hevdîtin kir, der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de li hev kirin.   Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dîplomatîk dane AFPê, wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eshed El Şeybanî û wezîrê kar û barên stratejîk ên Îsraîlê li paytexta Fransayê Parîsê hevdîtin kir. Çavkanî da zanîn ku nûnerê DYAyê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack amadekariyên lidarxistina vê hevdîtinê kiribûn.   Tom Barrack der barê mijarê de daxuyaniyek li ser Xyê weşand. Barrack îşaret bi rewşa li başûrê Sûriyeyê, bi taybet Siwêdayê kir û got: “Duh êvarî li Parîsê min hevdîtin bi sûriyeyî û îsraîliyan re kir. Armanca me diyalog û aramkirin bû ku teqez me bi cih anî. Hemû aliyan pabendbûna xwe bi vê hewldanê nû kir.”   Ji 13ê Tîrmehê ve çekdarên girêdayî hêzên hikumeta Şamê êrişî Siwêdayê kirin. Li gorî agahiyan, di encama êrişan de zêdetirî hezar û 300 kes hatine kuştin. Îsraîlê ku ji bo parastina Durziyên Siwêdayê destwerdan kir, hêzên hikumeta veguhêz ên li Siwêdayê û baregehên wan ên li Şamê bombebaran kiribûn.   Her du aliyan der barê hevdîtinê de tu daxuyanî nedan. Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) metna lihevkirina di navbera her du aliyan de weşand.   Li gorî SOHRê bendên lihevkirinê wiha ne:   – Dosyaya Siwêdayê radestî amerîkiyan tê kirin. Amerîkî dê pêkanîna bendên vê lihevkirinê bişopînin.   – Tevahî hêzên eşîran û hêzên ewlehiya giştî vedikişin derveyî gundên Siwêdayê.   – Ji bo were piştrastkirin ku hêzên eşîran û yên hikumeta Şamê derketine, dê komên Durzî tevahiya gundan paqij bikin.   – Meclisên xwecih ji şêniyên xelkê Siwêdayê were avakirin ku mîsyona pêşkêşkirina xizmetan pêk bîne.   – Komîteya belgekirina binpêkirinan dê were avakirin. Rapora komîteyê radestî aliyê amerîkî were kirin.   – Li Quneytîra û Derayê dê çek werin danîn û bi şertê ku ne xwedî çekên giran bin dê komîteyên ewlehiyê yên xwecih ên ji şêniyên van herêman bên avakirin.   – Qedexe ye rêxistin an saziyên girêdayî hikumeta Sûriyeyê derbasî Siwêdayê bibin. Destûr tê dayîn ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) bikevin Siwêdayê.