Dayika ku kurê xwe di merasîmê de dît: Bila dewlet gavê bavêje 2025-07-18 09:02:10   WAN - Dayika endamê Koma Aştî û civaka Demokratîk Firat Îşleyen, Sereyî Îşleyen ku piştî salan şûnde kurê xwe di televîzyonê de dît wiha got: “Dema min bihist ku Firat jî nav de ye ez pir kelecanî bûm. Ez hişk û ziwa bûm. Min gotibû "Ez carek din Firat bibînim ez ê axê bavêjim devê xwe. Wê demê ez çûm min ax avêt dervê xwe. Ji bo pêvajoyê min dua kirin.”   Li ser banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmehê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê li bejahiya Silêmaniyê  li herêma Şikefta Casenê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Bandora merasîmê hîna didome. Koma ku ji siyastmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rojnameger û hunermendan pêk dihat şahidiya merasîma dîrokî kirin.   Merasîmê di rayagiştî ya cîhanê de deng da.  Merasîma şewitandina çekan bi pêşengiya hevberdevka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ve hatkirin.  Bi dehan malbatên gerîlan zarokên xwe yên gava aştiyê avêtin bi kelecan temaşe kirin.   Dayik li ber ekranan bûn   Dayika endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk Firat Îşleyen (Amed Sîpan), Sereyî Îşleyen derbarê pêvajoyê de û merasîmê de ji ajansa me re axivî. Sereyî Îşleyen ya li Erdîş a Wanê dijî  da zanîn ku bi salan bû kurê xwe nedîtibû û got: “Yekane daxwaza me aştiye. Divê dewlet demildest gavê bavêje.Ez ne tenê dayika gerîlame. Ez dayika girtî me jî. Ez bi aştiyê bawer dikim. Kurê min Maşallah Îşleyecen l girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê girtiye. Divê girtî bigihêjin azadiya xwe.”   ‘Dema min kurê xwe dît ez kelecanî bûm’   Sereyî Îşleyen destnîşan kir ku kurê wê Firat Îşleyen beriya tevli PKK’ê bibe li Mersînê hatiye binçavkirin û girtî maye û got: “Piştî tahliye bû tevli PKK’ê bû. Piştî kurê min çû yekane daxwaza min ev bû sax salemet bigihêje cihê xwe. Dema merasîm hat kirin, bûka min hat got were Firat jî nav wan de ye. Dema min bihist ku Firat jî nav de ye ez pir kelecanî bûm. Ez hişk û ziwa bûm. Min gotibû ‘ez carek din Firat bibînim ez ê axê bavêjim devê xwe. Wê demê ez çûm min ax avêt dervê xwe. Ji bo pêvajoyê min dua kirin. Divê dewlet demildest gavê bavêje. Em mafê xwe dixwazin. Yekane daxwaza me aştiye.”