Konferansa Ronakbirî ya Şengalê dest pê kir 2025-07-17 11:38:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku weke bersiva 73 fermanan tê lidarxistin, îro bi beşdariyeke xurt, bi coş û hêviyeke mezin a pêşerojeke azad destpê kir. Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ku banga Ronesansê li Êzidiyan kiribû, peyameke taybet gîhandiye konferansê.   Îro li Şengalê, li stargeha pîroz a Êzidiyan ku 11 sal berê rastî ferman û komkujiya herî hovane ya sedsalê hat, konferanseke girîng tê lidarxistin. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi dirûşmeya "Banga Civaka demokratîk bersiva 73 fermana ye" tê lidarxistin, îro bi coş û hêviyeke mezin dest pê kir. Weke ji nav û dirûşmeya konferansê jî xuya dibe, civaka êzidî û gelê Şengalê bi vê konferansê re ne tenê bersiva fermana 3'yê Tebaxa 2014’an lê her wiha bersiva dîroka fermanan didin.    Her wiha Şengal bi vê konferansê re bersiva peyama Abdullah Ocalan a "Banga Civaka Demokratîk ji bo Êzidiyan destpêka ronesansê ye" jî dide. Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve tê lidarxistin.   Konferansê îro saet di 09:00’an de, bi beşdariya bi sedan mêvanên ji Şengalê û derveyî Şengalê destpê kir. Hemû sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Jinên Ciwan ên Şengalê, oldar û ilimdarên Êzidî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên Şengalê, nûnerên gelê Ereb ên Şengalê jî di nav de ji hemû beşên civaka Êzidî û gelê Şengalê delege tevlî konferansê bûne.   Ji Bexda, Silêmanî û Mexmûrê beşdarbûn    Her wiha ji Bexdayê komeke ji 15 kesan ku di nav de çalakvanên siyasî, çalakvanên medenî, akademisyen û rojnamevan hene beşdarî konferansê bûne. Ji Silêmaniyê jî komeke 15 kesan ku di nav de zanayên ola Îslamê, nûnerê Zerdeştiyan, oldar û nûnerên gelê Cihû, parêzer, lêkolîner, saziyên civakî, akademisyen û çavderên siyasî di konferansê de amade ne. Li ser navê gelê Wargeha Ş. Rustem Cûdî jî heyetek tevlî konferansê bûne. Hejmarek hunermend, nivîskar û akademisyenên ku nekarîn werin Şengalê jî, ewê bi rêya online beşdarî konferansê bibin û gotarên xwe pêşkeş bikin.   Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Pişt re Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, li ser navê Rêveberiya Xweser peyamekê da û got: “Em konferansê li mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Ronesansa Êzidiyan, Êzidiyan ji bindestiyê ber bi serxwebûnê ve dibe. Rêber Apo bang li civaka Êzidî dike ku parastina xwe ya cewherî û rêveberiya xwe ya cewherî xurt bike.”   Li ser Navê Desteya Oldaran jî Mam Şûweyş jî li ser navê oldaran peyamek pêşkeşî konferansê kir û got: “Êzidî pêwîst e bibin destek û biryarek.”   Neam Eliyas jî li ser navê TAJÊ peyamek pêşkeşî konferansê kir û wiha axivî: “Ev konferans berhema şehîdan e, salvegera fermanê nêz dibe, em şervanên azadiyê yên bi hawara me ve hatin bibîrtînin û konferansê li wan pîroz dikin.’ Her wiha em li serokê gelên bindest, Serok Apo pîroz dikin.”   Abdullah Ocalan ku banga Ronesansa Êzidiyan kiribû, peyameke taybet ji bo konferansê şandiye. Her wiha, Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyameke bi dîmen gîhandiye konferansê.   Piştî xwendin û temaşekirina peyaman, wê sînevîzyonek derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna xweseriyê ya Şengalê de were temaşekirin.   Di roja yekemîn de 5 gotar têne pêşkeşkirin   Konferansa ku wê 2 rojan berdewam bike xwedî navorekeke têr û tijî ye, wê bi giştî di 5 mijaran de gotar werin pêşkeşkirin û nîqaş werin meşandin.   Mijarên ku wê di roja yekemîn a konferansê de werin nîqaşkirin ev in;   * Di Herikîna Dîrokê de Hebûna Civakî ya Êzidiyan   * Di Çarçoveya Çand-Bawerî û Felsefê de Êzidî û Ezdatî   * Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin   * Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî   * Zîhniyeta Fermanê, Rastiya Qirkirina Fîzîkî û Çandî