Kovara Jinê bi berga 'Jin tên kuştin, mêr, edalet bêdeng dimîne' derket 2025-07-13 09:32:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 124'emîn a kovara Jinê bi berga "Jin tên kuştin, mêr, edalet bêdeng dimîne" derket    Hejmara 124'emîn a kovara Jinê bi berga "Jin tên kuştin, mêr, edalet bêdeng dimîne" derket. Di vê hejmara kovarê de jin, li ser kuştina jinan, şîdeta mêran, polîtîkayên dewlet û pergalê yên li dijî jinan û berxwedana jinan sekinîne.    Sernavên di kovarê de cih girtine wiha ne:   *Di Peymana Stenbolê de em li ku ne ?   / Meral Daniş Beştaş   *Li Kurdistanê Anotomiya Şîdetê: Bi Azadiya Jinan Jiyaneke Nû / Adalet Kaya   *Pencereya Ji Festîvala Jinan Vebû: Pêşniyarên Çareseriyê yên li dij Qirkirina li ser Jinan / Aylin Karakaş   *Dema Înanna Dimeşiya:Jin, Serhildan û Şerê Taybet  / Dîlan Bebleşîn   *Jinên tu îktidaran bi wan serî dernexistine:Oya Açan